Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa da xuyakirin ku dewleta Tirk her dem alozî li herêmê derdixe, gel neçarî koçberiyê dike û bi xirakirina aramiya herêmê hewl dide Rêveberiya Xweser tasfiye bike û got, "Demografyaya Efrînê guherandin, aboriya wê hilweşandin û xwezaya wê xira kirin. Niha jî bi destê Cebhet El Nûsra hewl didin çanda Efrînê tune bikin.”
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa li ser êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk ên li herêmê bersiv da pirsên ANF'ê.
Di êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de şervan, fermandar û pêşengên gel tên hedefgirtin. Tevî ku dewleta Tirk bi awayekî vekirî berpirsyariya van êrîşan girtiye ser xwe, çima tiştek nayê kirin?
Ji destpêka şoreşê ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sîstemeke demokratîk û azadîxwaz têdikoşin. Gelên li herêmê tevahî pergaleke ku bikaribin xwe tê de îfade bikin û xwedî li mafên xwe derkevin, dixwestin. Armanca şoreşa Rojava, Bakur-Rojhilata Rojhilatê Sûriyeyê jî ev bû. Mixabin ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve em rastî êrîşên hovane yên dewleta Tirk hatine. Li aliyekê herêmên me dagir dikin, li aliyê din gelê me yê sivîl dikin hedef û li aliyê din jî li qada navneteweyî polîtîkayên reşkirina rêveberiya xweser dimeşîne. Herî dawî jî bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê xwest herêmê bixe bin kontrola xwe û çeteyên xwe. Ji bo vê jî kete nava gelek lêgerîn û bazirganiyên nû. Li gel ku gelek tawîzan dane hêzên navneteweyî û herêmî jî, nekarî destûrê bistîne. Ji ber ku, ji bo êrîşeke nû ya dagirkeriyê nekarî hincet bibîne, vê carê rengê êrîşên xwe guhert. Li dijî sivîlan, li dijî pêşengên siyasî û leşkerî yên vê civakê êrîşeke nû da destpêkirin. Bi dronên bi çek fermandarên QSD’ê kirin hedef. Lê belê ev fermandar ji sala 2014’an ve li dijî DAIŞ’ê û piştgirên wê şer kirin; Li herêmê hem ji aliyê fîzîkî û hem jî ji aliyê derûnî ve ji bo têk birina DAÎŞ’ê têkoşiyan. Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe naxwaze terora li herêmê bi dawî bibe. Nikare qebûl bike ku gelê Kurd xwedî mafên xwe ye û di nava sîstemeke demokratîk de bijî. Bi Şoreşa Rojava re Kurdan careke din bi berxwedana xwe cihê xwe li ser dika dîrokê girt û bala cîhanê kişand ser xwe. Dewleta Tirk dixwaze vê yekê tine bike. Tişta ku ji bo dewleta Tirk girîng e, tinekirina Kurdan e. Hebûna DAÎŞ an jî El Nûsra ya li herêmê ji bo wê ferq nake. Ya ku ew dixwaze ev e ku ev çete li herêmê serwer bin. Binêrin herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, li hemûyan DAÎŞ hene.
Dewleta Tirk naxwaze gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya çareseriya Sûriyeyê de di pêşerojê de bibin xwedî cihekî xurt. Dixwaze li herêmê kaoseke mayînde çêbike, gel neçarî koçberiyê bike û sîstema ku di bin banê Rêveberiya Xweser de hatiye avakirin, bi têkbirina îstiqrarê hilweşîne. Tirseke wî ya mezin ji modela çareseriyê ya ku wê li Sûriyê pêş bikeve heye.
Tirkiye veguheriye û bûye girtîgeh. Ji ber vê yekê êrîşî her derê dike. Sedema van êrîşan hemû, ji tirsa ku dijiye. Divê gelê Kurd vê baş bizane; Dewleta Tirk dijminê dîrokî yê gelê Kurd e. Dijminatiya wî bi PKK’ê dest pê nekiriye, lê ji ber ku dizane çareserî wê ji PKK’ê bê, ewqas êrîşkar dibe. Li her derê Kurdan dike hedef.
Fermandar û pêşengên gel ên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi dijwarî şer kirin, dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk. Bêdengiya koalîsyonê ya li dijî van êrîşan, tê wateya ku ew jî erê dikin. Bêdengiya wan dibe sedema birayên me, pêşengên me û gelê me bên qetilkirin.
Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin her tim transfera çeteyan heye. Niha jî HTŞ a ku niha di lîsteya rêxistinên terorê de cih digire, derbasî van herêman kirin. Nîşana vê tevgerê çi ye?
Goristanên şehîdan bi zarokên me yên li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û xwe feda kirin tijî ne. Têkoşîna hemû gelên cîhanê li Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate meşandin. Divê civaka rojavayî jî berpirsyariyên xwe yên li hemberî vî gelî bi cih bîne. Divê ev gel di civaka navneteweyî de statuya ku heq dikin bi dest bixin.
Desteka dewleta Tirk a ji bo DAÎŞ û hemû çeteyên din didome. Îsbata herî mezin jî çûna Nusra (HTŞ) a ji bo Efrînê ye. Dewleta Tirk dixwaze Efrînê bike paytexta DAÎŞ û El Nûsrayê. Careke din dixwaze çeteyan li Efrînê bîne cem hev û li dijî Kurdan bide şerkirin. Helbet kombûna çeteyan li Efrînê encama civîna Astanayê ye. Di çarçoveya peyman û plansaziyê de tê pêş xistin. Hikûmeta Tirkiyê jî, bi wateyekê di hilbijartinan de veberhênanê dike. Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze qertên di destê muxalefetê de bigire. Her wiha hikûmeta Şamê jî dixwaze ji muxalefeta navneteweyî ya ku tê toleranskirin xilas bibe.
Di destpêkê de demografiya Efrînê guherandin, aboriya wê hilweşandin û xwezaya wê xira kirin Niha jî bi destê Cebhet El Nûsra hewl didin çanda Efrînê tune bikin.
Her çiqas axa Iraq û Sûriyê gav bi gav ji aliyê dewleta Tirk ve were dagirkirin jî, cîhana Ereb bêdeng dimîne. Li dijî projeya neo-Osmanî divê welat û gelên Ereb çi rol bilîzin?
Yekîtiya Ereban çend roj berê li Cezayîrê civînek li dar xistibû. Di vê civînê de li dijî dewleta Tirk û Îranê helwest girtin, lê gelekî qels bûn. Dewleta Tirk êrîşî xaka Iraqê dike, êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Çekên kîmyewî bikar tîne, lê Iraq bêdeng e, rêveberiya Başûr bêdeng e, Yekîtiya Ereban bêdeng e. Bê guman, bêdengî jî erêkirin e. Bi taybetî jî ku PDK’ê li kêleka dewleta Tirk disekine, jê re pêşengiyê dike, sûcekî mezin e.