Rêveberiya Xweser: Em ê li ser xeta berxwedanê ya Kobanê bin

Rêveberiya Xweeser bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku yekîtiya gelan serketin bi xwe re anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser xeta berxwedanê ya Kobanê em bi biryar û israr in."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 1ʹê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê peyamek weşand.

Peyama Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya YPG û YPJʹê qonaxeke dîrokî di xeta têkoşîna ya li dijî terorê de ava kir. Her wiha xeyalên terorîst û rêxistina DAIŞʹê ya ku herêm û Sûriyê veguherînin dewleteke olperest, têk bir. Berxwedana Kobanê ya bi îsrar û îrade ya ku jiyaneke azad û birûmet hêman û armanca wê ya sereke bû, peyamek da hemû hêzên ku destek didan terorê. Wê berxwedanê îsbat ku teqez dê gel bi ber bikeve.

Ev berxwedana dîrokî bingehê sereke yên berxwedanê yên ku di dirêjehiya salên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derketin, ava kir û di 23ʹê Adara 2019ʹan de bi têkbirina rêxistina DAIŞ a terorîst li ser erdîngariyê tacîdar bû.

Berxwedana Kobanê hîna jî qonaxeke girîng di xeta têkoşînê ya rasteqîn a gelan û avakirina rêveberiya demokratîk de ye. Berxwedana Kobanê, Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ya ku 58 rojan dewam kir, her wiha cenga li Baxozê armancekê nîşan didin; avakirina rêveberiyê, rizgarkirina herêmên dagirkirî ji teror û çeteyan û têkbirina planên hêzên komploger ên li dijî gelên ku dixwazin azad û demokratîk bijîn.

Dema em qala Kobanê û berxwedana wê dikin, divê em her tim serkeftina dîrokî ya sala 2014ʹan bi bîr bînin. Ji ber vê yekê roja 1ʹê Mijarê cîhan rabû û piştgiriya xwe bi Kobanê re nîşan da. Ev piştgiriya cîhanê ya ji aliyê sazî, rêxistin û kesayetan ve vê yekê eşkere dike ku hêza gel di yekbûna helwesta wê de ye.

Roja piştevaniyê bingeheke berxwedana Kobanê ye. Rihê berxwedana Kobanê, îradeya wê hişt ku gel li hemberî hêzên tarî û panlên wê bibin yek. Ev berxwedan û şêweyê wê hişt ku helwesta cîhanê bibe  yek ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve mînakên kêm ên vê yekê derketin. Ji ber vê yekê berxwedana Kobanê ji bo tevahî mirovahiyê bingeha berxwedana li dijî terorê û alîgirên wê ye.

Di demekê de ku em berxwedana gelê xwe ya Kobanê bi bîr tînin û em hemû hêzên cîhanê yên ku piştgirî daye vê berxwedanê, her wiha ciwanên ku ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û herêmên din bi hêza berxwedanê wekî lehiyê herikîn Kobanê, bi bîr tînin. Di salvegera 8ʹemîn a vê rojê de em vê helwestê cihê rêzdarî û hurmetê dibînin. Em teqez dikin ku piştgiriya ji bo Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye dayîn heta niha bandora wê ya mezin heye. Gelê me di biryara berxwedan û xweparastinê de li ser wê bandorê dimeşe. Di parastina xeta berxwedanê ya Kobanê de em bi heman şêwazî û heman hêzê berdewam dikin.  Bi teqez piştevahiya bi Kobanê re li dîroka  berxwedanê ya gelê me zêde dibe.

Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de teqez dikin ku em ê bi rihê berxwedana Kobanê, berxwedana Efrîn û Serêkaniyê û li hemû herêmên ku berxwedana pêkhateyên gel lê deketin, dewam bikin heta ku serekeftin li dijî terorê terorê misoger bikin û planên wê yên bi armanca  têkbirinra îradeya gelê me vala derxin.

Di dawiyê de em diyar dikin ku li gel piştgiriyê em ê di biryara xwe ya vê têkoşînê de dewam dikin. Ji ber ku ev piştgirî bingehekî xurt a ber bi rizgarkirina bindest û xilaskirina mirovahiyê ji hêzên terorîst ve ye. Bi vê boneyê em hemû şehîdên pêkhateyên gelê xwe yên ku li Kobanê û gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê giyanê xwe feda kirine, her wiha hemû keç û xortên berê xwe da vê berxwedanê bi bîr tînin. Em teqez dikin ku em ê bi vî rihê dewam bikin heta ku îradeya xwe ya demokratîk û civakeke azad ava bikin."