QSD: 1’ê Mijdarê îfadeya yekîtiya neteweyên azadîxwaz a li hember zilma DAÎŞ’ê ye

QSD’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyek da, diyar kir ku tolhildana binketina DAÎŞ’ê cewherê gef û êrîşên Tirkiyê ye û bang li her kesê kir ku weke 8 sal beriya niha careke din xwedî li destketiyên 1’ê Mijdarê derkevin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Naveroka daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye:

“Îro 1’ê Mijdarê Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ye. Roja 15’ê Îlona 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka eşkere ya herêmî êrîşeke terorî ya dijwar anî ser herêmê. Şervanên me yên YPG û YPJ’ê bi beşdarbûna bi sedan dilxwazên Kurdistanî û enternasyonalîst mînakên zindî yên fedakariyê nîşan dan ku ji wê ji şervan û gelê me û hemû gelên hezkiriyên azadî û jiyan re wekî îlham bimîne.

Bi vê boneyê em hemû şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin û gelên cîhanê ji Kurdistanê heta Efganistan, Arjantîn û hemû welatên cîhanê yên ku serî rakirin, daketin qadan û piştgirî da berxwedana şervanên me silav dikin. Her wiha em kesayet, komele, rêxistin û sendîka yên ku hemû hêz û enerjiya xwe xistin xizmeta vê yekê da ku bala civata navneteweyî bikişînin ser berxwedana lehengane û wê neçar bike ku destekê bidê, silav dikin. Di vê rojê de qêrîna bi milyonan xwepêşenderên li cîhanê wijdanê neteweyên azadîxwaz û yekîtiya wan a li hember zilma DAÎŞ û alîgirên wê îfade kir.

Bêguman sekna bêhempa û berdêlên giranbuha berê û niha jî ji bo şervanên me rêgeza li hemberî şer û bermahiyên wê ye. Berxwedana efsanewî ya li Kobanê hate raberkirin serkeftina îrade û mucîzeyan li hemberî hêza terorîst a bi çekên giran a DAÎŞ’ê îsbat kir. DAÎŞ’ê serkeftina xwe li ser artêşên herêmî yên ku li gel wan hemû sedemên madî yên berxwedanê hene, ferz kir. Lê şervanên me bi sînga xwe ber bi tankên dijmin ve diherikîn û xwe diteqandin da ku wan rawestîne, ji ber ku çek û cebilxaneyên pêwîst ji bo rawestandin êrîşa berfireh a DAÎŞ’ê têr nedikir.

Lê îradeya jiyan û berxwedanê ya li gel şervanên me ji hemû çek, komplo û desteka herêmî ya ji bo DAÎŞ’ê mezintir bû. Ji ber vê yekê çalakiyên fedaî ya ji çalakiya berxwedana Serzorî dest pê kir, çalakiyên fedaî yên şehîd Rêvana û Arîn Mîrkan, heta çalakiyên fedaî yên hevalên me Avesta Xabûr li Efrînê û hevala me Berxwedan Amed li Girê Spî, her wiha bi dehan mîna van çalakiyan ên hevalên me dubare bûn. Wêrekiya şervanên me ya tevahî derfetên kêm li hemberî DAÎŞ’ê li eniyên pêş û paşê ên Kobanê û misogerkirina serkeftinê tevî fedakariyên mezin ên hatin dayîn, nameya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahî gel û dewletên cîhanê bû ku eger îradeya welatparêzî, exlaq û mirovahî hebe, çi qas DAÎŞ’ê di aliyê hejmar û teknîkê de xurt bike, dikare serkeftin li hemberê wê were misogerkirin û cîhan ji belaya wê were xilaskirin.

Berxwedana Kobanê bi ketina nava kûrahiya xwe ya navneteweyî ya ku li gorî fedakariya rêhevalên me ye, qonaxeke nû ya têkilî û yekîtiyê di navbera hemû gelên xwedî ziman û baweriyên cuda de ava kir. Her wiha bêhêvîtiya gelek aliyên ku di têkbirina DAÎŞ’ê de bi bin ketin rakir û nirxên mirovî, azadî parast. Ji ber vê yekê tevgera navneteweyî ya gel û fermî dengê berxwedanê û wefadariya bi xwîna pak a ku li ser zinar û deştên Kobanê hatin rijandin veda û bû destpêka bidawîbûna rêxistina DAÎŞ a terorîst.

Parastina Kobanê parastina mirovî û şoreşa jinan bû ya ku ji herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û ji jinên tevahî cîhanê re bû îlham û rewşa gelekan guhert. Berxwedana Kobanê li herêmê û cîhanê bû nirxekî mayînde.

Piştî derbasbûna 8 salan di ser ragihandina Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê, hîna gef li herêmê tên xwarin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker gefên êrîşeke nû ya dagirkirinê dixwe. Tolhildana binketina DAÎŞ’ê cewherê gef û êrîşên Tirkiyeyê ye. Ji vir, em careke din bang li gelên cîhanê û dewletên wê dikin ku mîna beriya 8 salan bi şehîdên me re wefadar bin. Em bang dikin ku careke din wefadar bin û zextê li civata navneteweyî bikin da ku êrîşên Tirkiyê rawestînin, nehêlin zihniyeta çeteyên Tirkiyê derfetê bidin DAÎŞ ku ji nû ve xwe zindî bike û êrîşî herêmê bike û careke din li ser ewlehî û aştiya cîhanê xetereyê çêke.

Li ser vî esasî careke din em hemû kedên bêhempa yên gelên cîhanê yên li beramberî berxwedana me ya li hemberî teror û dagirkeriyê silav dikin û teqez dikin ku ew ked qet nayê jibîrkirin. Kedên ku hatine dayîn ji bo hêz û gelê me cihê serferaziyê ye. Careke din em soz dikin ku em ê herêmên xwe, di serî de Kobanê ji her gefan, çi DAÎŞ be an jî alîgirên wê biparêzin.”