Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî daketin qadan.

Xelkê Kobanê ji saetên serê sibehê berê xwe dan Qada Jina Azad a li naverasta Kobanê. Gel li dijî siyaseta hovane ya dewleta Tirk a dagirker û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ferz dike, çalakiyek kirin.

Çalakvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên sembola serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Jîna Emînî di çalakiyê de hildan.

Girseyê heta Qada Aştiyê ya li bakurê bajêr ya nêzî deriyê sînor ê bi Bakurê Kurdistanê, meşiyan.

Li wê derê, Endama Rêveber a Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî. Sara destnîşan kir ku asta beşdarbûna xwepêşandanê, bandora fikrên Rêber Ocalan a li ser gel û têkoşîna gel a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan nîşan dide.

Sara Xelîl her wiha anî ziman: “Rêxistinên têkildar, hîna li hember kiryarên li dijî Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de tên kirin bê helwest in, nîşaneyek berçav e ku ew hevkarên dagirkeriya Tirk in. Em bi van lîstokan naxapin. Bi hêz û îradeya gel rizgarkirina Rêbertî pêkan e.”

Li gund û bajarokên cuda yên Kantona Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roj çalakî tên lidarxistin.