Cenazeyê Şehîd Cemal Derwêş hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Cemal Derwêş ê şehîd bû, hat veşartin.

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê, rêveberên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê û bi dehan endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê û tev li merasîma veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Şehîd Cemal Derwêş bibin. Şehîd Cemal Derwêş dema bi erka xwe radibû şehîd bû.

Di merasîmê de, ji fermandarên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Ehmed Xelîfe wiha axivî: "Em soz didin ku em ê heta pêkanîna projeya neteweya demokratîk, li ser şopa şehîdan bin."

Endama meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Naz Mihemed jî axivî û wiha got: "Kurd, bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne. Bi hemwextî bêdengiya navneteweyî ya der barê doza Kurdî de, projeya neteweya demokratîk hêviya parastina hebûna Kurd û pêkhateyên herêmê ye."

Di dawiya merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd Cemal Derwêş kir. Piştre bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyê şehîd Cemal Derwêş hat veşartin.