Xelkê Kobanê li dijî tecrîda li Îmraliyê meşiyan

Bi sedan kes li Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan.

Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê îro li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek li navçeya Qenaye organîze kir.

Bi dehan ciwan û şêniyên rojavayê gundewarê kantona Kobanê ku di destên wan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûn, meşiyan. Xwepêşandan ji taxa rojhilat a navçeya Qenaye destpê kir û heta navenda navçeyê domiya.

Xwepêşandêran dirûşmeyên ku banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin wek "Bê serok jiyan nabe”, “Bijî Rêber Apo” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" berz kirin.

Li navenda navçeyê xwepêşandan rawestiya veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Kongra Star ên navçeya El Qenaye Suad Eldimer axivî û got: “Fikrê di girtîgeha Îmraliyê de nikarin di girtîgehê de sînordar bikin. Divê em baş bizanin ku Rêber Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo rizgarkirina mirovahiyê ji desthilatdarî û zilmê, têkoşîneke mezin didin meşandin. Fikrên Rêbertî ne tenê di doza Kurd de sînordar in, ew fikir xizmeta tevahî dozên mirovahiyê dikin. Pêwîste em ji bo azadiya Rêbertî bibin yek û ji bo pêkanîna wê şev û roj bixebitin."

Li navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê jî, xwepêşandan bi beşdariya bi dehan ciwan û şêniyan ji pêşiya meclîsa navçeyê destpê kir û heta qada şaredariyê domiya. Xwepêşandêran wêneyek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Li dijî tecrîd, îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" bilind kiribûn.

Li qada şaredariyê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê yên herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û tecrîda ku rayedarên dewleta Tirk a dagirker li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike, şermezar kir.

Hebûn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir dike da ku nehêle fikir û felsefeya wî bighêje gelê wî, lê tevî vê yekê jî fikrê wî di nav gel de belav bûye û ew li ser şopa wî dimeşin.

Hebûn Mihemed diyar kir ku divê şênî û ciwan çalakiyên xwe zêdetir bikin û heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bin.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.