'Di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rola jinê girîng e'

Jinên ku tevlî Forûma Jinan a Helebê ya Çandî bûn diyar kirin ku di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rola jinê girîng e û bal kişandin ser vî tiştî serhildana ku li Îranê hatiye destpêkirin, temsîla hemû jinan dike.

Forûma Jinan a Helebê ya Çandî  li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê du rojan domiya. Ji bajarên cihê yên Sûriyeyê 50 jin tevlî forûmê bin.  Di forûmê de li ser rewşa jinan gelek nîqaş hate kirin. 

Hevseroka Navenda Helebê ya Çandî Leyla Xalêd diyar kir ev forûm li ser mijaran hatiye lidarxistin û got “Beşa yekê li ser nasnemeya Sûriyeyê bû û beşa duyemîn jî li ser rola jinê ya di guhertinên demokratîk ên ber bi navendiyê bû. Di forûmê de derbarê rola jinê ya di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de gelek nîqaş hatin kirin. Ji bo ku jin di hemû beşên jiyanê de cih bigirin rola jinê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de mezintir e. 

Hind Daxistanî ya ku bi eslê xwe Çerkez e û ji bajarê Minbîcê tevlî forûmê bû got “Bi şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin, jinan destkeftiyên mezin li dar xistin. Bi taybetî di aliyê siyasî de pêşketinên mezin derketin holê. Di pergala hevserokatiyê de li kêleka mêran cih girtin. Di heman demê de di şerê li dijî DAÎŞ’ê de jinan roleke girîng lîstin. Bi vê şoreşê re jinan karibûne armancên xwe pêk bînin. Di heman demê de têkoşîna li vir ji bo serhildana li dijî qetilkirina Jîna Emînî jî bû çavkaniyek.”

Rojnamevan û helbestvan Rola Hesen jî diyar kir ku rola jinê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de girîng e û got “Bi taybet bi beşdarbûna jinên ji gel û herêmên cihê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê diyalog pêk tên. Dema ku jin di civakê de rola xwe pêk bîne wê bandora vî tiştî erênî be.”

Rola Hesen li serhildana li Rojhilatê Kurdistanê jî diyar kir bi tenê kesên azad dikarin daxwaziya azadiyê bike û got “Heke jina Kurd ne azad bûya wê li Rojhilatê Kurdistanê  û Îranê serhildan nehatina kirin. Wê ev serhildan pêvajoyeke nû di dîrokê de çêbike. Serhildanên li Îranê tên lidarxistin temsîla hemû jinan dike.”