Ji bo Şehîd Dîlan Eşref merasîm: Heta serkeftinê têkoşîn!

Ji bo gerîlaya HPG’ê Xwînda Dilbirîn ya di 17’ê Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, merasîm hate lidarxistin.

Ji bo gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Dîlan Eşref (Xwînda Dilbirîn) ya di 17’ê Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya Hesekê merasîm hate lidarxistin. Bi sedan welatiyên Kantona Hesekê û sazî tev li merasîmê bûn. Di merasimê de wêneyên Şehîd Xwînda Dilbirîn hatin hildan.

Di merasîmê de ewilî endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Hesekê axivî û bal kişand li ser berxwedana gerîlayên YJA Star û HPG′ê ya li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker  û got: “ Tu kes nikare li pêş vîn û hêza jinên azad ku di oxira azadî û rûmeta gelê xwe de tê dikoşin, bisekine."

Zozan bang li gelên li Kurdistanê kir ku li ber xwe bidin û got: “Dijmin nikare me têk bibe yan jî vîna me bişikîne. Ji ber ku em xwe dispêrin fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em ê heta serkeftinê li ser şopa şehîdan bin."

Ji fermandarên YPJ′ê Dilbirîn Kobanê jî axivî û got: "Dijmin nikare vîna hêzên me yên leşkerî yan jî vîna neteweya demokratîk bi rêya êrîşên wê yên hovane bişikîne û nikare li hember fedaiyên vî welatî bisekine. Em ê bi hevgirtin û berxwedana xwe gel û vê xakê biparêzin."

Bavê Şehîd Xwînda Dilbirîn, Mihemed Eşref jî axivî û got: “Em ê heta serkeftinê li hember dijmin bitêkoşîn û timî şopdarên rêya şehîdan bin.“

Di dawiyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.