Xelkê Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiya

Bi sedan kesên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê meşiyan, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên berpêyî Herêmên Parastinê yên Medyayê, protesto kirin.

Bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 9`ê Cotmehê û xeta xiyanetê têk bibin" bi sedan şêniyên Dirbêsiyê bi xwepêşandanekê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Xwepêşandan, ji ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li naverasta bajêr dest pê kir.

Xwepêşandan, li ber navenda Kongreya Star’ê veguherî mîtîngê û li wir Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dirbêsiyê Cîhan Mihemed axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev tecrîd, ne tenê li ser Rêber Abdullah Ocalan e, lê belê li ser tevahî mirovahiyê ye.“

Miheme, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji sala 2021`ê ve şermezar kir û got: "Dagirkeriya Tirk, bi armanca tunekirina Kurdan çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne." Miheme, bang li rêxistinên civata navneteweyî kir û got: "Çiqas dewlet komployan li dijî me bikin, em lawaz nabin."

Hevserokê Meclîsa navçeya Dirbêsiyê Nûman Erebo CPT`ê rexne kir û wiha got: "CPT′yê li dijî sûcên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên di girtîgehan de pêk tîne bi erka xwe ranabe." Erebo da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikira xwe, Girtîgeha Îmraliyê kir  keleha berxwedanê. Erebo, bi domdarî wiha got: "Dewleta Tirk, hewil dide bi êrîşên çekên kîmyewî li dijî çiyayên Kurdistanê, planên xwe yên mêtinger li dijî perçeyên Kurdistanê temam bike û gel tune bike ."

Erebo di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî kir ku dosya binpêkirin û sûcên dewleta Tirk, bi taybet bikaranîna çekên kîmawyî ji dadgehên navneteweyî re rake û dewketa Tirk muhasebe bike.

Erebo, bang li gelên Kurdistanê kir ku serî hil bidin, derbikevin qadan, asta berxwedanê bilind bikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Xwepêşandan, bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe"  û "Na ji dewleta Tirk a faşîst re“ bi dawî bû.