QSD’ê car din dewleta Tirk derewand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a li ser şehîd xistina 15 şervanên QSD’ê derewand.

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya QSDʹê bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kiriye, wiha got: “Wezareta parastinê ta Tirk a dagirker di rojên 29ʹê Cotmehê, 2-3-4ʹê Mijdarê de daxuyanî dan û îdia kirin ku wan di van rojan de 15 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ji rastiyê dûr in.ʹʹ

QSD’ê di daxuyaniya 21’ê Cotmehê de daye, îdiayên dewleta Tirk a şehîdxistina 10 şervanên QSD’ê derewandibû.

QSD’ê 14’ê Cotmehê jî ev daxuyanî dabû: “Wezareta parastinê ya dewleta Tirk a dagirker, di daxuyaniyên 12-13’ê Cotmehê de îdia kiribû ku 6 şervanên me xistine. Ev îdia ji rastiyê dûr in.”