4 zarokan bi xwarina kuvarikan jiyana xwe ji dest da

Li Reqayê ji 17 zarokên ji kuvarikan bi jehrî bûn 4 jê jiyana xwe ji dest da.

Duh 17 zarok ji gundê Ebû Wehil ê rojhilatê Reqayê rakirin nexweşxaneya taybet a zarokan, piştî ku kuvarikên jehrî xwarin, bi jehrî bûn.

Bijîşkê li nexweşxaneyê, Semo Osman ji ANHA‘yê re axivî û diyar kir ku 4 zarokan jiyana xwe ji dest daye û yên din hîna têne dermankirin. Osman anî ziman ku nexweşxaneyê destwerdana lezgîn kiriye, ji wan 4 zarok veguhastine nexweşxaneyên taybet û yên din jî rewşa wan baş e.