Dengê Jîna li Keziyên Jînê

Keziyên Jînê bal kişand ser berxwedana pêşengên jin ên şoreşger ku li ser bingeha berxwedana jinê ya bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir. Şanoya bi cûreyê monolog pesnê keziyan dide.

Hinek bi wêjeyê hinek jî bi rêya hunerê kêliyê digihîne îro û paşerojê. Yek ji wan jî Koma Şano ya Çiyê ye ku mohra xwe daniye binê bi dehan projeyan. Bi gelek senaryoyên şanoyê qala rabirdûyê û serdema îro dike. Yek ji van projeyan jî şanoya bi navê Keziyên Jînê ye.

Şanoya Keziyên Jînê işaretê bi şoreşa li Îranê dike ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16'ê Îlonê de destpê kir.

Şanoya Keziyên Jînê ku bi cûreyê drama ya mono ye, 10 deqeyan bi monologa jinekê balê dikişîne ser sîstema li dijî hebûna jinê.

Şanoya Keziyên Jînê ku hem dîmenê wê hatiye kişandin hem jî bi rengekî zindî tê lîstin, wê li Kurdistanê û derveyî welat bigihêje şanohezan.

Kostuma ji rengê spî hate tercîhkirin ku sembola xwedawendiyê ye. Her wiha kefiyên ku ji aliyê YJA Star û YPJ'ê têne bikaranîn û li cîhanê bûye sembol, di şanoyê de cih digire.

Di monologê de bi taybetî pesnê keziyên jinê tê kirin.

Di lîstikê de ku Simko Cûdî derhênerî jê re kiriye, ji aliyê lîstikvan Lorîn Derwêş ve tê pêşkêşkirin. Kostum jî ji aliyê Îbrahîm Hemê, dekor ji aliyê Harûn Hêvî ve hatine amadekirin. Yasmîn Omer di deqeya dawî ya şanoyê de dansê dike, Zînê Omer jî muzîkeke kurt pêşkêş dike.

Beşa ku di monologê de herî zêde balê dikişîne wiha ye: "….Ez bûm Jin û Jiyan û qîr dikim: Jin Jiyan Azadî, Jin Jiyan Azadî, Jin Jiyan Azadî. Êdî ez ala heqîqetê bi pora xwe dihejînim, pora ku bi qirîna Bêrîtan zîlda, bi teqîna Zîlan geş bû û bi meşa Sara dirêj bû û îro jî ez Jîna me îro jî ez Jîna Emînî me."

Di şano de ku por û kezî kirine dekor, 10 roj in pêvajoya nivîsandina projeyê, prova, kostum, muzîk û hemû amadekariyan hatiye kirin. Di nava vê mehê de wê şano bê pêşkêşkirin.

Endamê Koma Şano ya Çiyê û derhênerê Keziyên Jînê Simko Cûdî qala naveroka şanoyê kir: "Di şanoyê de ku bi mijara pesindayina li porê jinê hate amadekirin, qala raperîn û berxwedana bi pêşengiya jinê tê kirin. Diyar dike ku berxwedana jinê dewam dike. Hate xwestin ku çavkaniya vê berxwedanê bê vegotin ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye. Senaryoya me qala berxwedana jinê ya bi felsefeya Rêber Apo dike."

Simko Cûdî qala çavkaniya sûdwergirtinê ya senaryoyê kir: "Berxwedana bêeman a li Kurdistanê û tevahiya cîhanê ji aliyê gerîlayên jin ve bi felsefeya Rêber Apo ji aliyê jinan ve hate destpêkirin. Berxwedana ku li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya YJA Starê destpê kir, li Rojava bi pêşengiya YPJ'ê berfireh bû."

Simko Cûdî got, "Şano dergûşa hunerê ye" û peyama şanoya Keziyên Jînê wiha vegot: "Vegotina heqîqeta şoreşê û çavkaniya rêveçûna berxwedana jinê, berxwedana li Kurdistanê û cîhanê nîşan dide ku raperîn li ser kîjan bingehê ye. Jin bi çi rengî li ber xwe didin, bi kîjan rêbazan têdikoşin, çavkaniya vê berxwedanê çi ye, bersiv ji van re hate dayin. Nîşan dide ku jinên Kurd bi paradîgmaya Jin, Jiyan, Azadî çawa pêşengiyê ji vê berxwedanê re dikin."