Berê Serdem hîn ji zarokatiyê ve li çiyê bû

Yek ji gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bû Serdem Agirî bû. Dayika Agirî Hamdiye Ehmed diyar kir ku kurê wê hîn ji zarokatiyê ve dixwest bibe gerîla û got, "Serdemek çû, lê bi hezaran Serdem hene."

Yek ji 44 gerîlayên ku li Zap, Metîna û Avaşînê di êrîşên artêşa Tirk de yên bi çekên kîmyewî şehîd bûn Serdem Agirî bû.

Serdem Agirî (Osman Abdî) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz di 15'ê Tebaxa 2002'an de ji dayik bû. Welatparêziya malbatê û mezinbûna di nava Şoreşa Rojava de kir ku Serdem PKK'ê nas bike. Di serî de Xweparastin cihê xwe di nava gelek karî de girt.

Serdem ku hîn ji zarokatiyê ve dixwest bibe gerîla, di sala 2015'an de tevlî nava Şoreşa Rojava bû. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Rojava, bi fedakariyeke mezin li refên herî pêş cihê xwe girt. Li Serêkaniyê şer kir. Heta sala 2020'î li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî çalak gel û xaka xwe parast.

XWEST BIÇE ÇIYÊ

Ji bo armanca xwe ya zarokatiyê bi cih bîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Mîna şerê li Rojavayê Kurdistanê zanî bû ku şerê li çiyê jî ji bo parastina hebûna gelê xwe ye. Lewma jî bû sekvanekî serketî. Bêteredût, bi fedakarî û kedkarî her wezîfe bi daxwaz kir.

Yek ji 17 gerîlayên ku dema dawî bi çekên kîmyewî şehîd ketin Serdem Agirî ye. Dayika wî Hamdiye Ehmed qala kurê xwe kir.

Dayik, bav, xwişk û birayên Serdem li wê mala li Taxa Qudurbeg a Qamişloyê dimînin. Li vê malê hîn jî şopên Serdem hene. Dayika wê her ku dara hinaran a li hewşa malê dibîne, bi xeyala Serdem ber bi darê ve diçe. Li kêleka dara hinarê motora Serdem heye. Li dolaba kincan kincên wî hene.

Dayik Hamdiye Ehmed li ber dikeve ku zêde wêneyên Serdem nîne û destê xwe dirêjî albûmê dike ku çend wêneyên Serdem tê de ne. Bîranînên bi Serdem re yek bi yek tên bîra wê.

Serdem di nava 10 xwişk û bira de yê 8'an bû. Dayika wî qala zarokatiya wî kir: "Di zarokatiyê de gelekî bêdeng bû. Zerara wî nedigihîşt kesî. Ne di nava malê de ne jî di nava hevalên wî de kes ji Serdem ne aciz bû. Têkiliya xwe bi xwişka xwe re gelekî xurt bû. Têkiliyeke xurt di navbera wan de hebû. Nizanîbû îtiraz bike, nizanîbû bibêje na. Nedixwest kesî biêşîne. H evalên wî gelekî ji Serdem hez dikirin. Hîn ji zarokatiyê ve diyar bû ku yekî cuda ye. Li dibistanê jî serketî bû. Navbera wî û mamosteyên wî baş bû. Timî xwendekarekî li pêş bû."

Dayika Hamdiye Ehmed anî ziman, ku Serdem li Dibistana Viam a li Qamişloyê heta pola 6'an xwend, ji ber rewşa nebaş a madî ya malbatê dest ji dibistanê berda, tevî bavê xwe dest bi kar kir û zarokê herî sakîn ê malbatê bû. Dayik Hamdiye got, "Gelekî dilsozê min bû. Gotinên min bi cih dianî. Dema ku min bang lê dikir, teqez dihat gel min. Gelek hevalên Serdem hembûn, têkiliyên xwe yên hevaltiyê gelekî xurt bûn. Derdora wî rojekê jî vala nebû, her roj hevalekî wî dihat gel wî. Kesayetekî dilnizm bû. Dihate hezkirin, zarok bû lê belê zanîbû ku divê çawa tevbigere."

DIVÊ TOLA WAN BÊ HILANÎN

Dayik Hamdiye diyar kir ku Serdem di hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê de bi çekên kîmyewî şehîd bû û got, "Agir berdan nava dilê min û mala min. Bila serê gelê Kurdistanê sax be. Serdemek çû, bi hezaran Serdem hene. Divê tola Serdem û hevalên wî bê hilanîn."