Şervanên enternasyonalîst banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojava kirin

Şervanên enternasyonalîst ên di nav refên YPG û YPJ’ê de Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin û banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojava kirin.

Şervanên enternasyonalîst ên di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

Di Tebaxa 2013’yan de DAIŞ’ê ragihand ku êdî nêz bûye Kobanê dorpêç bike. Dema DAIŞ’ê êrişî Sûriye û Iraqê kir, bi bin neket. Leza ku pê bajarên mezin mîna Reqa û Mûsilê kontrol kiriye, cîhan şaş kir. Kesî bawer nedikir ku bajarekî biçûk mîna Kobanê li hember wê rêxistinê li ber xwe bide ku bi hezaran cîhadiyên biyanî û alavên leşkerî yên nûjen ku her du artêşên Sûriyê û Iraqê dev jê berdane, êrişî bajêr kir.

Lê berxwedana şêniyên bajêr û sekna li rex berxwedana çekdarî ya YPJ, YPG û hevalbendên wê, ji cîhanê re xuya kir ku mîna vê pêla faşîst dikare raweste. Gel pêşengiya berxwedana Kobanê kir. Jin, mêr, dayik û ciwanên Kobanê dev ji bajarê xwe berneda. Jinan roleke pêşeng di vê berxwedanê lîst. Arîn Mîrkan canê xwe feda kir da ku nehêle tankên DAIŞ’ê derbasî bajêr bibin û bû sembola jinên azad.

Gelek kes bi dildarî ji seranserî cîhanê tev li berxwedana Kobanê û YPJ û YPG’ê bûn. Şehîdên enternasyonalîst mîna Gelhat Rûmet, Mezlûm Aktaş, Karker Kobanê, Paramaz Kızılbaş, Sarya Ilim Deniz, Rojvan Kobanê û Pirsûs Armanc di oxira parastina gelê Kobanê de şehîd bûn. Pabendîbûn û fedakariyên wan ji bo me hemûya jêdera îlhameke mezin e. Piştî ewqs mehên berxwedanê alên YPJ û YPG’ê li şûna ala terorê careke din bilind bû. Fedakariyên bi sedan şehîdan bi serkeftinê tacîdar bû.

Divê em bîranîna şehîdan biparêzin da ku bajarê Kobanê careke din nekeve. Gelek ji me cara yekemîn piştî xwepêşandanên giştî li cîhanê ji bo Kobanê, navê Rojava bihîst. Li seranserî cîhanê li hember xemsariya dewletên rojavayî xwepêşandan li dar ketin û piştgiriya berxwedana destanî ya Kobanê kir. Kobanê di têkoşîna ji bo cîhaneke baştir de bû hêvî. Divê cîhan careke din piştgiriya xwe bi Kobanê re li gel êrişên heyî, rave bike.

Li Kobanê me li hemberî pêlên faşîst li ber xwe da. Dibe sibe jî li hember êrişên wekî êrişên çekên kîmyewî li Zapê û Metînayê rû bi rû bimînin. Di şertên herî zehmet de me li ber xwe da. Bi vê berxwedanê li Rojava bingehên civakekê hatin danîn ku wê jiyaneke azad ji hemû gelan re biafirîne. Fikrên berxwedan û azadiyê li Rojava kok dan û ji bo şoreşgeran li hemû cîhanê bû jêdera îlhamê. Rojava hêvî li cîhanê belav kir. Tevî êrişên heyî, lê ev hêviya jiyana azad tune nabe. Em bang li hemû xelkê li cîhanê dikin ku di 1’ê Mijdarê de piştgiriya me bikin, dakevin kolanan û piştgiriya şoreşa Rojava bikin.