Cenazeyên du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin veşartin

Xelkê Minbicê, cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Omer Nayif El Heman û Ebdû El Xelef, bi berzkirina dirûşman veşartin.

Bi merasîmeke girseyî bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyên du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ; Omer Nayif El Hemam û Ebdu El Xelef li goristana bajêr veşartin.

Li gorî wesîqeya şehadetê Omer Nayif El Hemam û Omer El Xelef duh gava li ser erka xwe şehîd bûne. Di merasîmê de şênî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn   yên Minbicê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, nûnerên partiyên siyasî, eşîr, saziyên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê amade bûn.

Karwana şehîd ji ber Nexweşxaneya Firatê ber bi goristana şehîdan a Minbicê ve bi rê ket. Li goristanê, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Xelef  axivî û got: “Em, îro li vî cihê pîroz kom bûne û serê xwe li ber giyanên van şehîdan ditewînin ku di ber parastina vî welatî de canê xwe da."

Bi domdarî Xelef wiha got: “Şehîdên me ji cîhanê re îsbat kir ku têkoşîn, fedekarî û şehadet rêya yekane ya şoreşê û gelê me ye da ku îstîqrar pêk bê û xwe bigihînin civakeke biexlaq û li dijî êrîşan li ber xwe bidin.“

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed El Xelef jî wiha got: "Em îro du yasmînan li parka kulîlkan diçînin. Van lehengan di ber pêkanîna ewlehî û îstîqrarê de canê xwe da." Mihemed Elî El Ebo îşaret bi keda endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî di parastina herêmê de kir û wiha got: "Divê em li ber hevrêyên xwe yên Hêzên Ewlehiya Navxweyî serî bitewînin ku ji civakê re bûn mertal û destkeftiyên şoreşê parastin."

Endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Ebû Îdo, wesîqeyên Omer Nayif El Hemam û Omer El Xelef xwendin û radestê malbatên wan kirin, her wiha nasnameyên du şervanên Mecl^şsa Leşkerî ya Minbicê û QSD′ê Rengîn Nûh û Haron Lêlon ku di 2019′an de li Minbicê şehîd bûbûn, eşkere kirin.