Li Hesekê bi sedan kes çûn konê sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê Dîlan Eşref

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di konê sersaxiyê de axivî û got “Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk dest û pêyê me ne girêdayî ne. Ji xeynî serkeftinê em tiştekî din qebûl nakin.”

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên leşkerî û sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî çûn konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê Dîlan Eşref (Xwînda Dilbirîn) a ku di 17′ê Hezîrana 2022′yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li pêş mala şehîd a li kolana Kebabe ya li taxa Nasîre ya Hesekê hate vegirtin.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Serêkaniyê Xelîl Moro axivî û sersaxî da malbatê. Moro got: "Gerîlayên HPG′ê bi berxwedana xwe ya efsanewî û têkoşîna xwe di dirêjahiya salên borî de li hember çekên kîmyewî, teknîka nûjen û pêşketî li ber xwe didin. Wê gelên herêmê jî piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û wê bi zarokên xwe re bin.”

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Hesekê Ferhan Dawûd bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Armanca dagirkeriya Tirk ev e ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne û li ser hesabê gelê me qezenc bike. Lê gerîla li hember tevahî planên dagirkirinê têdikoşin û ji bo doza azad û pêkanîna azadiya gelên bindest û garantiya mafên wan, şer dikin."

Ferhan Dawûd bang li gelên herêmê kir ku refên xwe bikin yek û bi hêzên leşkerî re bin.

BERDEVKÊ YPG’Ê: JI XEYNÎ SERKEFTINÊ EM TIŞTEKÎ DIN QEBÛL NAKIN

Her wiha Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd diyar kir dewleta Tirk a dagirker ji ber bêdengiya navneteweyî, çekên kîmyewî, gazên jehrî bi kar tîn û got “Berxwedana gerîla û bi rêxistinkirina gelên herêmê li gorî prensîbên şerê gel ê şoreşgerî planên dijmin ên dagirkirina herêmê têk birin. Divê em bi doza xwe ji bo pêkanîna serkeftinê bawer bin. Ji ber ku ji bilî serkeftinê em tiştekî di nqebûl nakin. Em li hember êrişên dagirkeriya Tirk destgirêdayî namînin, lê belê parastina gelên herêmê û peydakirina jiyaneke azad û birûmet erka li ser milê me ye."

Merasîm bi pêşandana sînevîzyoneke li ser bîranînên şehîd Dîlan bi dawî bû.