ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Erebên li Şehbayê li dijî dewleta Tirk meşiyan
Erebên ku li gundên rizgarbûyî yên Şehbayê dijîn, dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê protesto kirin. -
Şervanên QSD'ê ketin nava taxa Reqa ya Kevin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), nîvê taxa Hîşam Ebulmelîk a li başûrê Reqayê kontrol kirin û ketin nava taxa Reqa ya Kevin. -
Fermandarê Hêzên Şoreşger: Neviyên Osmanî wê têk biçin!
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Hecî Ehmed diyar kir, ku dewleta Tirk bi êrîşên dagirkeriyê wê nikaribe bi ser bikeve û got, "Bila neviyên Osmanî ne li bendê bin; wê rojekê jî bi dilrehetî li Rojava rûnenên. Em ê axa xwe ji wan re nehêlin." -
Gelê Qamişlo li dijî tecrîdê meşiya
Bi hezaran welatiyên ji Qamişlo, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û li ber êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk rabin, meşiyan. -
Cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Dêrik û Tirbespiyê, cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên ku şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin. -
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî gundên Efrîn û Şehbayê dikin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bi çekên giran gundê Mernaz a navçeya Şera ya Kantona Efrînê û gundê Bîloniya, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet yên herêmaya Şehbayê, bomberdûman dikin. -
Li Rojhilat û Rojavayê Reqayê şer dijwar e: 18 çete hatin kuştin
Li eniyên rojava û rojhilatê bajarê Reqayê, şer di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de bi hemû dijwariya xwe dom dike. Di encama şerê li her du eniyan de herê kêm 18 çete hatin kuştin. -
Pêngava Reqa: Bajarokê Retlayê hat rizgarkirin
Şervanên QSD'ê bajarokê Relayê ku dikeve başûrê rojhilatê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Komîteya KNK’ê li ser yekîtiya netewî bi 3 partiyan re civiya
Komîteya KNK- Rojava, di çarçoveya serdana partiyên siyasî û rêxistên Rojava de îro bi Yekîtiya Reweşanbîrên Kantona Cizîrê, Yekîtiya Jinên Kurdistanî-Sûriye û Partiya Birîatî ya Kurdistanê re hevdîtin kirin. -
Şervan pêşveçûna xwe ya ber bi navenda Reqayê ve dom dikin
Şervanên QSD’ê, pêşveçûna xwe ya ber bi navenda Reqayê ve didomînin. -
YPG’ê bîlançoya meha Hezîranê eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG'ê, bîlançoya şerê meha Hezîranê eşkere kir. YPG'ê diyarkir ku artêşa Tirk 102 caran êrîşî çeperên YPG'ê kirine. Di van êrîşan de 56 çeteyên Tirk hatine kuştin. -
Şehîdên Reqayê li Keramayê hatin veşartin
Sê şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarokê El Keramayê hatin veşartin. -
Bawerî û hevrêtiya li Reqayê: Dema birîndarek tê rizgarkirin
Cenga Mezin a li Reqayê bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD'ê hatiye destpêkirin, gav bi gav bi ser dikeve. -
Operasyona Reqayê: QSD derbasî nava 2 taxên din bû
Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de hêzên QSD'ê derbasî nava du taxên din bûn. Li van her du taxan şerekî giran diqewime. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di şer de 31 çete hatine kuştin û gelek çekên çeteyan hatine desteserkirin. -
Çeteyan li herêma Şehbayê agir bi erdan xist
Artêşa Tirk a dagirker ya ku xwe amade dike êrîşî Kantona Efrînê bike, agir bir erdên li Şehbayê xist. -
Cenazeyên 8 şervanên azadiyê li Kobanê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 8 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Meclîsa Efrînê: Em ê bersivên xurt bidin êrîşan
Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê diyar kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê mafê wan ê parastina rewa heye. -
Zeynep Kinaci li Kobanê hate bîranîn
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 21. a çalakiya wê ya fedayî de li Kobanê bibîr anîn. -
YPG'ê nasnameya 6 şehîdên Reqayê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina bajarê Reqayê eşkere kir. -
Sûka El Hal a Reqayê ji çeteyan hate paqijkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), sûka El Hal a Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
'Bi yekîtiya neteweyî em bersivê bidin bendewariyên gelê xwe'
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Dr. Ebdulkerim Omer got, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin û di vê pêvajoyê de Kurd tenê ku bikaribin yekîtiya xwe pêk bînin wê bikaribin ji bendawiyên gel re bibin bersiv. -
Li refên pêş ên Cenga Mezin şervaneke YPJ'ê û çeka wê
Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê, li refên pêş ên pêngava rizgarkirina Reqayê, dîmenê şervaneke xwe weşand. -
Operasyona Reqayê: Gundê Kesra hate rizgarkirin
Di encama şerekî dijwar de gundê Kesra yê li başûrrojhilatê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin. Li vê derê gelek çete hatin kuştin. -
Bihara mirovahiyê nêz e: DAIŞ têk diçe
"Dijminên mirovahiyê li pêşberî berxwedana destanî ya QSD, YPG û YPJ'ê têk diçin. Û li cîhana nû ya ava bibe, wê tenê kenê zarokan hebe." -
Şervanê YPG'ê: Xilasiya DAIŞ'ê ji Reqayê nîne
Şervanekî YPG'ê, ku di nava refên QSD'ê de cihê xwe di nava Pêngava Rizgarkirina Reqayê de digire anî ziman, ku pêngava wan bi rengekî serketî dewam dike û got, "Heta ku DAIŞ biqede û em tola şehîdên xwe û gelê xwe hilînin, wê pêngav bidome."