Gelê Qamişlo li dijî tecrîdê meşiya

Bi hezaran welatiyên ji Qamişlo, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û li ber êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk rabin, meşiyan.

Bi hezaran welatiyên Qamişlo û gundewarên wê û endamên saziyên civaka sivîl, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê li ser Efrînê li ber çerxereya Osman Sebrî ya taxa Hilîliyê kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Di meşê de, gel alên YPJ û YPG, posterên Ocalan rakir û pankartên bi zimanên Kurdî û Erebî yên li ser şermezarkirina êrîşên li Efrîn û tecrîda li ser Ocalan vekir.

Meşa ku li kolanên sereke dewam kir, li ber çerxereya Şehîd Rûbar Qamişo veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, der barê jiyana Ocalan û berxwedana gelê Kurd a li hemberî sîstemên desthildar de sînevizyonek hate pêşandan.

Paşê, li ser navê navê Meclîsa Herêma Qamişlo Hesen Koçer axivî û da zanîn ku hêzên komploger bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd, dixwestin vîna gelê Kurd bişkînin.

Koçer îşaret bi berxwedana şervanên QSD'ê di têkbirina terora cîhanê de, kir.

Mîtîng, bi dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Ocalan û şervanên YPG û YPJ'ê bi dawî bû.