Serdanên komîteya KNK-Rojava ya bi partî, rêxistin û saziyên Rojava, di roja 5`emîn de dewam dike.
Di vê çarçoveyê de, Endamên KNK- Rojava Telal Mihemed, Nesir Eldîn Îbrahîm, Ebîr Hesaf û Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê yê Rojava Ebdkerîm Umer, serdana Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Yekîtiya Jinên Kurdistanî- Sûriye û Partiya Biratî ya Kurdistanî, kirin.
Heyeta KNK`ê di her sê civînên ji hev cûda de, ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Telal Şêx Mûse, Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanî Nadiya Doko û endamên yekîtiyê Zozan Hesen û Seroka Partiya Biratiya Kurdistanî Taza Başa û cigir Ednan Kîlo û endama partiyê Kozîl Mihemed ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî bidawîbûna her sê civînên ji çapemeniyê re girtî pêk hat û şûnde, Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Telal Şêx Mûse axivî û diyar kir ku KNK`ê nûnertiya gelê Kurd bi tevahî dike û lidarxistina hevdîtinekî hevpar xewna gelê Kurd e û wiha pêde çû: ”Em wekî Yekîtiya Rewşenbîran piştgiriya xwe bi vê gava mezin re nîşan didin û di civînê de me beşdarbûna û piştgiriya xwe ji bo yekîtiya netewî anî ziman”.
Her wiha Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanî- Sûriye piştî civînê, axivî û wiha got: ”Destpêkê em spasiya KNK`ê ji bo destpêkirina vê gava girîng dikin. Di civînê de, me tekez li ser pêkanîna yekîtiya netewî, ji ber daxwaza gelê Kurd e û isbatkirina xwe ya di qada naneteweyî de kir. Di civînê de me piştgiriya xwe ya ji bo beşdarbûna hevdîtinek hevpar û pêkanîna Yekîtiya Netewî diyar kir.”
Di heman demê de, Seroka Partiya Biratî ya Kurdistanî Taza Paşa, hêvî kir ku hemû partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanî di çareserkirin û nîqaşkirina doza Kurdî de, hevkar bin û girîng bi pêkanîna Yekîtiya Netewî bikin.