Cenazeyên 8 şervanên azadiyê li Kobanê hatin veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 8 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Welatiyên  Kantona Kobanê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantonê cenazeyên Yasmîn Bizorgort (Deniz Medya), Ebdullah Kerkoçek (Seyid Xan Amed), Orhan Geçmaz (Karker Exdîr), Emîr Berkel (Erdal Efrîn), Rebiye Keskîn (Têkoşîn Ker Şiyar), Serdan Yokacî (Çekdar Amed), Xalid Beko (Diyar Bîr Umer) û Şahîn Arjîn (Endoq Kefer) ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê deqeyek rêz ji bo cangoriyên Kurdistanê hat girtin û şervanên YPG û YPJ'ê merasîmeke leşkerî li dar xistin. Piştre Fermandarê YPG/YPJ′ê Berxwedanê Kobanê axivî, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê û soza şopandina rêya cangoriyan da.

Piştre jî Endamê PYD′ê Ehmed Şêx Ehmed axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Piştre nasnameya şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şervanan bi dirûşme û tilîliyên dayîkan li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.