Meclîsa Efrînê: Em ê bersivên xurt bidin êrîşan
Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê diyar kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê mafê wan ê parastina rewa heye.
Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê diyar kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê mafê wan ê parastina rewa heye.
Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê têkildarî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê û siyaseta dagirkeriyê û propagandaya şerê taybet ya li herêmê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê Berpirsê Buroya Ragihandina Meclîsa Rêveber Egîd Reşîd, bi beşdariya Hevserokên Meclîsê Osman Şêx Îsa û Hêvî Mistefa û serok û endamê desteyan ve, li pêşiya avahiya rêveberiyê hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi serketinên hêzên QSD,YPG û YPJ`ê û rizgarkirina bejahiyeke fireh a ji destê çeteyên DAIŞ`ê û misogerkirina ewlehiyê hin alî aciz bûn û dixwazin bi her şêweyî hemleya rizgarkirina Reqayê asteng bikin.
Ji ber vê yekê AKP`ê hêzên xwe tevî çeteyan li hawirdora Efrînê û herêma Şehba civand û êrîşî Kantona Efrînê dike. Ev yek jî nîşaneya binketina projeya terorê ye ya ku ji aliyê AKP`ê ve dihat destekkirin. Her wiha dixwaze bala cîhanê ji ser destkeftiyên QSD`ê ji Reqa bikişîne.
Em ji her kesî re diyar dikin ku mafê me yê parastina rewa li hember van çeteyan heye û bersiva me ji terorê re wê xurt be. Her wiha em sersaxiyê ji malbatên têkoşeran re dixwazin.
Dîsa em bang li hemû hêzên niştimanî û cîhanî dikin ku li hember terorê bisekinin û destekê bidin YPG`ê ji bo ku li hember êrîşên hovane yên van komên çete raweste û em di avakirina Sûriyeya federal û demokratîk de jî bi îsrar in.
Her wiha daxwaza me ji gelê Kantona Efrînê ku bi hemû pêkhateyên xwe destek bide YPG û YPJ`ê û bi pêşengtiya şehîdan û bi îradeya azad em ê bigihêjin Sûriyeya demokratîk û federal.
Dîsa em komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li rex Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bisekinin û zextê li Tirkiyeyê bikin ku siyaseta zulmê ya li hemberî gelê kurd rawestîne.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG û YPJ`ê û gelê Efrînê bi dawî bû.