Bihara mirovahiyê nêz e: DAIŞ têk diçe

"Dijminên mirovahiyê li pêşberî berxwedana destanî ya QSD, YPG û YPJ'ê têk diçin. Û li cîhana nû ya ava bibe, wê tenê kenê zarokan hebe."

Di 29'ê Hezîrana 2014'an de, komeke çete ya bi xwîn, barbar û bê exlaq ku mîna wê di dîroka gelên Rojhilata Navîn de berî niha nehatibû dîtin, xwe ragihand. Ev çeteya bi navê DAIŞ'ê, navê xwe ku 'Dewleta Îslamê ya Şam Iraqê' bû, guherand û kir 'Dewleta Îslamê'. Bajarê Reqayê ji xwe re kir paytext û serkêşê wê Ebûbekir Bagdadî di vê demê de xîlafeta xwe ragihand. Ev çeteya ku mîna kabûsekê bi ser Rojhilata Navîn ve hat, li her devera ku diçûyê tirs û xof dixist dilê mirovan. Bi rengekî hovane dest bi komkujiyan kir. Bajarekî mîna Mûsilê tenê di şevekê de teslîm girt! Li her cihî komkujiyên mezin kir, serê mirovan li nava kolanan jê kir. Jin, zarok, extiyar her kes qir dikir. Cîhan tev li pêşberî kiryarên vê çeteya barbar matmayî ma bû û tenê lê temaşe dikir.

Lê di hedefa wan de herî zêde herêmên Kurdan û gelê Kurd hebûn. Êrîşî Rojava kir, êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Dema ku êrîşî Kobanê kir, berxwedana herî mezin a sedsalê li hemberî xwe dît. Ciwanên Kurd bi pêşengiya YPG û YPJ'ê, bi berxwedana xwe ya dîrokî hem DAIŞ, hem hêzên ku xewn û xeyala wan bû ku bi êrîşên DAIŞ'ê re wê gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurd tine bibe, matmayî hiştin. Piştî vê berxwedana destanî, hêzên navneteweyî -yên ku hebûna Kurdan înkar dikirin jî- neçar man qebûl bikin ku divê rastiya Kurda bibînin. Her wiha berxwedana li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê ya bi pêşengiya HPG'ê û derbên li DAIŞ'ê hatin xistin bû hêvî ji tevahiya cîhanê re. Ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê mirov tevlî nava refên YPG'ê bûn. Êdî dem hatibû ku bihara mirovahiyê were destpêkirin. Û hemû gelên cîhanê bi vê hesiya bûn.

LI PAYTEXTA WAN KÊLIYÊN WAN ÊN DAWÎ!

Bi berxwedana bê eman a bi pêşengiya YPG û YPJ'ê re ev çeteyên barbar bi temamî ji saxa Rojavayê Kurdistanê hatein derxistin. Piştre bi avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ev berxwedan mezintir bû. Li dû rizgarkirina Minbic, Şedadê û Holê, bi temamî dor li bajarê Reqayê hate girtin. Êdî derbên dawî li DAIŞ'ê dihatin xistin. Pêngava rizgarkirina Reqayê ku ji aliyê QSD'ê ve tê meşandin, îro di roja 26. de ye. DAIŞ li paytexta xwe di kêliyên xwe yên dawî de ye. YPG, YPJ û QSD roj bi roj gavan davêjin û gaveke din ber bi azadiya Reqayê ve diçin.

Haya çeteyên DAIŞ'ê jî êdî ji vê rastiyê heye. Ji bo emrê xwe hinekî din dirêj bike, çi jê tê dike. Lê bi berxwedana destanî ya şervanan ev pêşî li van hewldanên çeteyan tê girtin. Du roj berê, di salvegera xwe ya duyemîn de ji bo xwe hinekî din nîşan bide, êrîşî şervanên YPG, YPJ û QSD'ê yên li taxa Sînea ya li rojhilatê Reqayê kirin. Şervanan ev êrîş di nava çend saetan şikandin. Piştî vê êrîşê, weke xebatkarên çapemeniyê yên li eniyê me xwest biçin cem şervanan. Ji ber ku bi temamî ne ewle bû, şervanan di destpêkê de nexwestin me bişînin. Piştî hewldaneke demdirêj me wan îqna kir û destûr dan ku em sê kes derbas bibin. Em li wesayiteke hatibû cebilxane bibe siwar bûn û bi rê ketin.

'NE TENÊ JI BO RIZGARKIRINA BAJAREKÎ...'

Her ku em di nava bajarê Reqayê re diçûn, şopa şer kûrtir dibû. Şopa şerê şevek berê bi zelalî xuya dikir. Hê bêhna barûtê ji derdorê dihat. Termên çeteyan lê li erdê bûn. Wesayitê em anîn ber avahiyekê. Li avahiyê şervanekî em pêşwazî kir. Dema em ketin hundirê avahiyê, me hinekî din şîdeta şer fêhm kir. Pêlikên li pêşiya avahiyê bi temamî xera bûbûn. Şopa fîşekan li ser cam, derî û şibakeyê hebû. Dema em li nava avahiyê geriyan, şervanan yek bi yek silav dan me.

Şervanekî bi navê Mazlûm, ji me re qala şerê şeva bihurî kir: "Di vê êrîşê de jî ew negihaştin armanca xwe. Êrîşên wan bi temamî hatin şikandin û hevalên me hemû bi selametî ne. Ew ê têk biçin. Heta ku bi temamî ji ser rûyê erdê bên birin, wê şerê me dewam bike. Li pêşberî berxwedana YPG, YPJ û QSD'ê ew mehkûmî têkçûnê ne. Li cîhana nû bê avakirin, wê tenê kenê zarokan hebe."

Şervanê ciwan dema dipeyive çavên wî ji kêfa dibiriqe. Welê bi bawerî û coş qalê dike, em bi xwe jî dikevin nava coş û kelecanê. Dema ew dipeyive, şervaneke jin a bi navê Zozan dikene û jê re dibêje, "Meraqan neke hevalê Mazlûm, kenê te tîra cîhana îro jî dike û cîhana sibe jî dike." Bi vî rengî em fêhm dikin ku Mazlûm yekî gelekî heneko û rû li ken e. Dema ku em bi her du şervanan re daxivin û henekan dikin, fermandarê komê yê bi navê Bahoz hate cem me. Xebatkarê çapemeniyê yê bi me re jê re got, "Hûn bajarekî din ji DAIŞ'ê paqij dikin." Bahoz jî bi rûkenî jê re got, "Li Reqayê ne tenê şerê rizgarkirina bajarekî tê meşandin. Şerê ji bo mirovahiyê tê dayin." Li pêşberî vê bersiva wî, hevalê me yê çapemeniyê hinekî li ber xwe dikeve û serê xwe berdide ber xwe. Fermandar Bahoz ê vê dibîne, ji bo dilê wî xweş bike, destê xwe dide pişta wî û dibêje, "De were çayeke me vexwe." Em heta êvarê bi wan re man.

DEMA XATIRXWESTINÊ

Tevî ku çend saet berê ji şer derketin û piraniya wan saetekê jî bêhn venedane, hemû şervan bi enerjî û zindî ne. Danê êvarê ji me re gotin, ku divê em biçin, ji ber ku bi şev şer giran dibe û ev yek ji bo ewlekariya me nebaş e. Me jî xatir xwest û em ji wir çûn.

Di çavdêriya xwe de tişta ku me li ser li hev kir ev bû: DAIŞ mehkûm e li pêşberî vîn û hêzeke wiha têk biçe.