Şervanên QSD'ê ketin nava taxa Reqa ya Kevin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), nîvê taxa Hîşam Ebulmelîk a li başûrê Reqayê kontrol kirin û ketin nava taxa Reqa ya Kevin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de ketin nava taxa Reqa ya Kevin. Li taxa Hîşam Ebulmelîk a li başûrê Reqayê, ku şervan duh ketibûn navê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî.

Di encama vî şerî de nîvê taxê ji aliyê şervanan ve hate kontrolkirin.

Şervanên QSD'ê duh êvarê ketin nava taxa Reqa ya Kevn û li vê herêmê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin, di vî şerî de Qesir Elbenat a ku rojhilatê taxa Reqaya Kevn hate rizgarkirin.

Di şer de 34 çete hatin kuştin û termên gelek çeteyan li naverastê man. Her wiha çend navendên çeteyan ên girîng ku cihê rakirina balafirên keşfê bû û cihekî ragihandinê bû hatin rûxandin.

Di vî şerî de 4 şervanên QSD'ê yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.