Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 27. de ye. Şevê din şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbasî nava taxa Hîşam Ebdilmelek a başûrê bajar bûn. Li vir şerekî giran di navbera şervanan û çeteyan de rû da. Şerê li vir hîn jî didome. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hejmarek çete hatine kuştin, termên 7 ji wan tevî çek û cebilxaneyên wan li naverastê mane.
Li aliyê rojavayê bajarê Reqayê jî, şervanên QSD'ê ketin taxa Yermûk û li vir şerekî giran dest pê kir. Di encamê de 9 çete hatin kuştin, depoyeke cebilxanê û mayînan ket destê şervanan.
Wekî din li başûrrojhilatê Reqayê jî şervanên QSD'ê ber bi gundê Retla ve pêş de çûn. Li wir jî şerekî dijwar di navbera şervanan û çeteyan de rû da. Di encamê de nîvê gundê Retla ji aliyê şervanan ve hatiye rizgarkirin.