YPG’ê bîlançoya meha Hezîranê eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG'ê, bîlançoya şerê meha Hezîranê eşkere kir. YPG'ê diyarkir ku artêşa Tirk 102 caran êrîşî çeperên YPG'ê kirine. Di van êrîşan de 56 çeteyên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandina YPG'ê, bîlançoya şerê meha Hezîranê eşkere kir. YPG'ê diyarkir ku artêşa Tirk 102 caran êrîşî çeperên YPG'ê kirine. Di van êrîşan de 56 çeteyên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî bîlançoya şerê meha Hezîranê eşker kir. Navendê ragihand ku artêşa Tirk 102 caran êrîşî çeperên YPG'ê kirine. Di van êrîşan de 56 çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin û 98 şervanên YPG'e şehîd bûne.
Daxuyaniya YPG'ê wiha ye;
"Di meha hezêrana 2017’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin 102 caran bi çekên giran, bi tang, topên hawan û obûsan êrîşê çeperên hêzên me yê li seranserî xaka Rojava kirine.
BERSIVDAYÎNA ŞERVANÊN YPG'Ê: 56 ÇETEYÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN
Artêşa Tirk a dagirker 24 caran bi balafirên şer û balafirên keşfê ya bê mirov li seranserî Rojava geriyaye û axa Rojava binpê kiriye.
Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 4 caran êrîşên bejahî li ser çeperên hêzên me pêk anîn. Di bersivdayîna li dijî êrîşên bejahî ya çeteyan de 26 çete hatin kuştin, 4 kalaşnîkof û tevî rextên wê, 2 telefon û nasnameyek hat desteserkirin. Her wiha wesayîtek hat ruxandin, wesayîtek û bagerek hat derbkirin.
Hêzên YPG û YPJ di çarçoveya parastina rewa de 18 caran di asta pêwîst de bersiva destdirêjî û êrçşên artêşa Tirk û çeteyên wê dane.
Di dîroka 18.06.2017ʹan saet 01.30 şevê d, 14 çeteyên DAIŞ’ê yê xwekuj li Şedadê êrîşî xalên asayîşê, nexweşxaneyê û xalekî şervanên YPG’ê kirin. Di bersivdayîna hêzên me de 6 çeteyan xwe teqandin, 6 çete ji aliyê şervanên me ve hate kuştin û 2 çete jî dîl hatin girtin. Di encama vî şerî de 4 şervanên me şehîd bûn û 3 şervanên me jî birîndar bûn. Her wiha li ser çeteyan çekên wan ferdî, 1 BKC û bêtêleki Hytera hatin desteserkirin.
Ev demeke dirêje artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin li tevahî Rojava bi taybet li ser Kantona Efrînê her cûre êrişan li ser hêzên me û gelên me dike. Di encama êrêşên wan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Ji bilî vê encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wî de zirarên madî ji aliyê sivîlan de çêbûye.
Li ser vê esasî hêzên me yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li hember êrçşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî di meha Hezîran de 5 çalakiyên bersivdayînê yên bibandor lidarxistine.
ENCAMÊN ÇALAKIYÊN ŞERVANÊN YPG Û YPJ'Ê WIHA NE
40 çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn. Her wiha gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. 1 adet A4, 2 adet BKC û tevî 20 hezar gulleyên wî, 6 kalaşnîkof û tevî rextên wî, 2 bruno, 5 roketên B7, 2 adet dûrbîn û 3 adet bêtêl ketên destê şervanan. 7 wesayît û 3 motorsîklet hatin îmhakirin û 1 doçkaya 14,5 hat ruxandin
Her wiha di Pûşbera 2017’an de şervanên YPG û YPJ weke du hêzên pêşeng beşdarê Pêngava Rizgarkirina Reqayê bûn, di vê çarçovê de:
Destpêkirina Cenga Mezin ya rizgarkirina Reqayê di 6’ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku şervanên YPG û YPJ’ê di nav de cih digre di 9’ê Hezîranê li Taxa Meşleb ya rojhilatê bajar derbasî navenda Reqayê bûn. Ji 9’ê vê mehê heta îro şervanên QSD taxên El-Meşleb, Sînaa û El Betanî li aliyê rojhilat û Sibahiyê, Romaniyê û El-Qadisiyê li aliyê rojava rizgar kirine. Her wiha Qada El-Cezra, Keleha dîrokî Til Herqalah, Firqa 17’an, kargeha şekir û gelek deverên girîng û stratejîk hatine rizgarkirin. Li taxên Hitîn, Yermûk û El-Nehda yên aliyê rojava û taxa El-Rewda li aliyê rojhilatî bajar, şerên giran rû didin – di van şeran de qasî hat zelalkirin 542 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin ûbi dehan çete hatine birîndarkirin. 7 çeteyên DAIŞ’ê jî bi saxî hatine girtin. Di taxên hatine rizgarkirin de û şerên ku qewimî de gelek cebilxaneyên çeteyan hatiye desteserkirin. Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de ji aliyê şervanan ve bi hezaran sivîl ji destê çeteyan hatine rizgarkirin û sivîlan gihandine cihên bi ewle. Hêjayê gotinê ye ku zêdetirî yek ji caran ji bajarê Reqayê hatiye rizgarkirin û di 29’ê Hezîranê de dorpêça Reqayê hatiye temamkirin. Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca şikandina dorpêça li ser navenda bajarê Reqayê li her çar aliyê bajar êrîşên dijwar pêk tînin. DAIŞ sivîlên Reqayê weke mertalên zindî ji bo parastina xwe bikar tîne.
Di meha Hezîranê de şervanên YPG’ê û YPJ’ê wek hertim li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û bi armanca têkbirina çeteyan a Rojava û Bakurê Sûriyê de gihiştine şehadetê. Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de 7 şervanên YPJ’ê di nav de 84 şervanên YPG’ê şehîd bûne. Her wiha têkbirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser herêma Şedadê de 6, di encama qezayan de 6 şervanên me û 2 şervanên me jî encama nexweşiyên giran gihiştine asta şehadetê.”