Li paytexta Elmanya Berlînê bi sedan Kurdistanî li Villa Muzikholê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de li hev civiyan.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlementera Agiriyê Nejla Demîr û Endama Lîjneya Rêveber a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan tevlî hevdîtinê bûn.
Bakirhan ê bi çepikan hate pêşwazîkirin, diyar kir ku peyamên ku Rêber Apo daye di veguhestina têkoşînê ser zemînekî demokratîk de girîng in.
Bakirhan wiha got: “27’ê Sibatê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn pêngavekî girîng e.”
Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo hem banga guhertinê li rêxistina xwe kiriye û hem jî hişyarî daye dewletê ku înkarker nebe û wiha got: “Ocalan bi vê pêvajoyê re erka herî mezin danî pêşiya dewletê. Ev pergala ku bi salan in dibêje, “Ez Kurdan nas nakim’, wê di dawiyê de nas bike. Elewî, Kurd û hemû gel û nasname wê êdî neyên înkarkirin. Ocalan jî dibêje ‘Rojhilata Navînek nû ava dibe, kî vê guhertinê esas bigre wê ev qezenc bike.’ Bawer bikin Ocalan dikare dev ji her tiştî berde lê wê tu car dev ji Kurdbûna xwe ber nede; vê bizanin û rehet bin. Bawerî bi lîstokên kesên ku xizmetê armancên cuda dikin neynin.”
Bakirhan diyar kir ku xebatên wan ên li ser paketa destûra bingehîn dewam dike.