Şervanê YPG'ê: Xilasiya DAIŞ'ê ji Reqayê nîne

Şervanekî YPG'ê, ku di nava refên QSD'ê de cihê xwe di nava Pêngava Rizgarkirina Reqayê de digire anî ziman, ku pêngava wan bi rengekî serketî dewam dike û got, "Heta ku DAIŞ biqede û em tola şehîdên xwe û gelê xwe hilînin, wê pêngav bidome."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê dawî yê pêngava rizgarkirina Reqayê li gel nêrîna şervanekî YPG'ê yê di nava pêngavê de cih digire, weşand.

Şervanê YPG'ê, Pêngava Rizgarkirina Reqayê û biryardariya xwe ve wiha tîne ziman:

"Pêngava Rizgarkirina Reqayê heta vê qonaxê bi rengekî serkertî dimeşe. Bi windahiyên pir hindik, heta niha em qederekê meşiyane. Me qederek mintiqeyê Reqayê ji destê çeteyan standiye. Weke bajarê mezin tenê Reqa di destê DAIŞ'ê de maye, paytexta wê ye jî.  Niha em gihîştine paytexta wê, em ê li paytexta wê DAIŞ'ê tine bikin. Tiştên ku aniye serê gelê me, aniye serê van mirovan, wê bêhesab nemînin.

Ji bo Kobanê digotin, 'em ê biçin li Kobanê nimêja xwe ya eydiyê bikin'. Niha ev li wan zîvirê. Kobanê li ber xwe da Kobanê şer kir, Kobanê di şer de bi serket û nihe am gihane paytexta wan. Me paytexta wan ji xwe re esas girtine, em ê darbeya dawî li wan bidin û wan tine bikin. Ev tişt ji bo me esas e. Em ê tola gelê xwe, tola şehîdên xwe yên Kobanê, tola van hemû mirovan em ê li Reqayê hilînin. Em ê li vê derê wan bifetisînin, wan qir bikin.

Hewl didin êrîşên giran bînin ser hevalan. Lê belê heval li ber xwe didin, heval şer dikin, heval wan dişikînin. Heval cihê xwe hîn bêhtir diparêzin. Pêşdeçûyîn ji bo me esas e. Hemû heval ji bo hilanîna tola şehîdan û tola vî gelî bi pêş ve diçin. Heval bi coşeke mezin, têkbirina DAIŞ'ê ji xwe re esas digirin. 

Heta ku DAIŞ tine bibe, heta ku em tola şehîdên xwe û gelê xwe li Reqayê hilînin, wê pêngav bidome. Xilasiya DAIŞ'ê ji vir nîne."