ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên 9 şervanên azadiyê hatin veşartin
Li Efrîn, Qamişlo û Tirbespiyê cenazeyê 9 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehdî bibûn hatin veşartin. -
Cenazeyê 4 şervanên azadiyê li Girê Spî û Minbicê hatin veşartin
Welatiyên bajarên Girê Spî û Minbicê cenazeyên 4 şervanên azadiyê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, veşartin. -
Li Reqayê QSD bi pêş ve diçe: Gundê El Huseyîn rizgar kirin
Di pêngava rizgarkirina Reqayê de şervanên QSD’ê bi pêş ve diçin. Dorpêça li dora çeteyên DAIŞ’ê roj bi roj tengtir dibe. Di şerê qewimî de 17 çete hatin kuştin û Taxa El Huseyîn jî hate rizgarkirin. -
Li Şedadê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Xidir hate sipartina axê
Welatiyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xidir Wegaa yê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, sipartin axê. -
Gelê Til Temir şehîdên xwe veşart
Herekol Gerîla û Ciwan Îbrahîm ên ku li Reqayê şehîd ketin li Til Temir hatin veşartin. -
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Tirkiye hişyar kir!
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), têkildarî gefa dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek nivîskî da û got: “Hewldana dagirkirina Efrînê tê wateya şer û serferberiya giştî.” -
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Reşhan Avşîn li Amûdê hat veşartin
Welatiyên bajarê Amûdê û gundewarên wê cenazeyê şervana YPJ'ê Rehşan Avşîn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir a bajarê Amûdê veşartin. -
Li Kobanê Zîlan hate bibîranîn
Zîlan di salvegera 21’an a çalakiya xwe de li Kobanê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê ve hate bibîranîn. -
Êrîşa çeteyan a bi ser Efrînê de hate şikandin
Şervanên YPG'ê êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra (Fetih El-Şam) û Ehrar El-Şam ya li dijî gundê Îska yê girêdayî navçeya Şerawa a Efrînê şikandin. -
YPG'ê bîlançoya 5 rojan a êrîşên artêşa Tirk a bi ser Rojava de ragihand
Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin yên li ser Rojava berdewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker giraniya êrişên xwe da ser Efrîn û gundewarên wê. -
Operasyona Reqa: Li Taxa Xerbî 8 çete hatin kuştin
Şervanên QSD'ê duh êvarê li Taxa Xerbî ya Reqayê 8 çeteyên DAIŞ'ê kuştin û tevî wesayîtekî doçka barkirî û matorekî çeteyên yê bombebarkirî yê çeteyan rûxandin. -
Şervanê Reqayî: Azadiya ku em xeyala wê dikin nêz e
Şervanê YPG’ê Firat Dêrik ku piştî DAIŞ’ê Reqa dagir kir ji Reqa reviya û xwe li Dêrikê girt, dibêje ew ê weke şervanekî YPG’ê piştî Reqayê li hemû qadên Sûriyê têkoşîna xwe bidomîne. -
Komîteya KNK’ê xebatên Yekîtiya Netewî didomînin
KNK a ku komîteya ji bo lidarxistinên hevdîtinên Yekîtiya Netewî pêk bînin ava kirî, îro bi Partiya Pêşvrû ya Sûriyeyê, Yekîtiya Oldarên Misilman û Kongreya Star re civiya. -
Pêngava Reqa: Êrîşa çeteyan a li ser Taxa Sînaa hate şikandin
Şervanên QSD’ê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Taxa Sînaa şikandin. -
Pêngava Reqa: Şervanên QSD’ê ketin Taxa El-Diriyê
Şervanên QSD’ê li Reqayê ketin Taxa El-Diriyê. Beşeke yê taxê jî ji çeteyan hate paqijkirin. -
Meclîsa Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirk bang kir
Meclîsa Şehba, têkildarî xirakirina 80 gundan û koçkirina sivîlan daxuyaniyek da. Meclîsê bang li gelên Marî û Ezazê kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin. -
YPG'ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir
YPG'ê, nasnameya 9 şervanên azadiyê yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de di navbera 22-26'ê Hezîranê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Li Reqayê pêşî li hewldana êrîşê ya çeteyan hate girtin
Çeteyên DAIŞ'ê ji bo dorpêçiya li ser xwe ya li Reqayê rake, êrîşî taxên rojhilat kirin. Êrîşên çeteyan hatin şikandin û di encamê de 31 çete hatin kuştin, 3 panzer jî hatin rûxandin. -
Dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê gundên Şehba û Efrînê vala dike
Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê de, ji bo ji Til Rifatê heta Marea xeta leşkerî îlan bike, gundên Kurdan ên li ser xeta Şehba û Efrînê vala dike. -
Artêşa Tirk bombeyan li Efrînê dibarîne, YPG/YPJ bersivê didin
Artêşa Tirk a dagirker, bomebyan li Girê Hişrike yê li navçeya Raco ya Efrînê dibarîne. Şervanên YPG/YPJ jî bersivê didin êrîşan. -
3 şehîdên Cenga Mezin li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên 3 şervanên YPG û Erka Xweparastinê, ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê hatin veşartin. -
Radyoya Rojava bû dengê aştiya gelan!
Xebatkarên Radyoya Rojava ku li Qereçoxê bûn hedefa balafirên şer ên Tirk, qala radyoya xwe kirin. -
Reqa bi temamî hate dorpêçkirin
Şervanên QSD’ê bi temamî Reqa xistin dorpêçê. -
Li Rojava xebatên yekîtiya neteweyî destpê kir
Komîteya KNK-Rojava ya ku ji bo xebatên yekîtiya neteweyî dabûn avakirin, dest bi xebatên xwe kir. -
Li Efrînê artêşa Tirk kolandina xendekan didomîne
Artêşa Tirk a dagirker ku li ser sînorê Kantona Efrînê hejmara leşkeran zêde dike, lêkirina dîwar û xendekên dagirkeriyê jî didomîne.