Li refên pêş ên Cenga Mezin şervaneke YPJ'ê û çeka wê

Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê, li refên pêş ên pêngava rizgarkirina Reqayê, dîmenê şervaneke xwe weşand.

Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê, li refên pêş ên pêngava rizgarkirina Reqayê, dîmenê şervaneke xwe weşand.

Şervana YPJ'ê, qala girîngiya çeka roketavêj B-7 li refên pêş ê şer dike:

"Em li eniya pêş cih digirin. Li vê derê ez jî B-7 bi kar tînim. Em B-7 di rewşa giran de bi kar tînin. Li dijî wesayitên teqemeniyê, yan jî cihekî ku çete lê kom bû bin tê bikaranîn. Li eniya pêş roleke mezin dilîze.

Dema ku min cara ewilî teqand, ez bi heyecan bûm. Ez pir ji B-7 hez dikim, lê min jî heyecan gelekî girt. Hemû hevalan hêz dan min, min roketa xwe bi cih kir, nîşana xwe girt û min teqand. Min digot qey ez di xewnê de me, lê ne xewn bû. Gelekî xweş bû, ez gelekî ji bisivingê hez dikim. Xwesteka min a herdemî bû."