Zeynep Kinaci li Kobanê hate bîranîn
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 21. a çalakiya wê ya fedayî de li Kobanê bibîr anîn.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 21. a çalakiya wê ya fedayî de li Kobanê bibîr anîn.
Jinên ciwan ên Kantona Kobanê 21. salvegera çalakiya fedayî a Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn û soza xwedî derketina li Fikir û ramanê şehîdZîlan dan.
Endama Jinên Ciwan Canda Welat di çalakiya bîranînê de axivî û got, "Zîlan bi çalakiya xwe hişt ku bi hezaran jin bibin xwedî nasnameya xwe."
Canda wiha dewam kir: "Hemû jinan, îradeya xwe di hundirê dilê hevala Zîlan de nas kirin. Em bi ruhê şehîd Zîlan tevdigerin û têdikoşin."
Canda diyar kir, çalakiya Zîlan ji bo nîşandana vîna jinê hatiye kirin û destnîşan kir, ku weke jinên ciwan ew ê her tim li ser şopa Zîlan bin.
Ji beşdarên bîranînê Narîn Kobanê jî axivî got, ew silaveke germ ji Kantona Kobanê dişînin ji malbata şehîd Zîlan re.
Kobanê got, "Em ê xwedî li fikir û ramanahevalZîlanderkevin. Emçiqasî li serşehîdZîlanbaxivin jî em nikarinheqêwêbidinê. Ji bervêyekê, çiji me bêxwestinemê jiboqehremanZîlanbikin û emê sozawêpêkbînin."