NÛ BÛ

KON-MED’ê kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist

KON-MED’ê kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist. Hevserokên KON-MED’ê bal kişandin bi ser tecrîda li ser Rêber Apo û pêvajoya aştiyê.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) 4’emîn kongreya xwe ya asayî li Bergisch Gladbach a Kolên li dar xist. Hevserokên KON-MED’ê Rûken Akça û Kerem Gok, Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever, Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, Endamê Konseya Rêvebir a PJAK'ê Siyamend Mûnî, FEDA, Civaka Îslama Kurdistanê, tevgerên jinan, tevgerên ciwanan û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) tevlî kongreyê bûn.

Kongre bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di kongreyê ewilî Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça axivî û delegeyên kongreyê silav kir. Akça bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêber Apo û got: “Li gel kêmaniyên xwe jî xebatên azadiyê bêyî navber berdewam dikin. Rêber Apo ji bo aştiyê rêya pêvajoyek nû vekir. Li ser xaka em lê dijîn divê em rêxistinbûna gelê xwe xurt bikin û li dijî polîtîkayên asîmlasyonê yên dewleta Elmanyayê divê em komununên xwe xurt bikin. Divê em xwedî li Rêbertiya xwe û îdeolojiya wî derkevin. Ev sedsal wê bibe sedsala Kurda.”

Di kongreyê de Endamê Konseya Rêvebir a PJAK'ê Siyamend Mûnî, jî axivî û beşdarvan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” silav kir. Mûnî anî ziman ku Rêber Apo timî rêyên diyalogê esas digre û got: “Banga Rêber Apo ji bo bi dawî kirina şer û mirinan e.”

Nûnerê Die Linkeyê jî Heiner Kockerbeck axivî û got, em ê piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re bidomînin. Heiner Kockerbeck anî ziman ku ew piştgiriyê didin banga aştiyê ya Rêber Apo û got: “Şoreşa Rojava destkeftiyê hevpar ê sosyalîzmê ye.”

Piştî axaftinan rapora xebatê ya salekê ya KON-MED û Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê hat xwendin.

Di Kongreyê rêveberiya nû hat hilbijartin.