Li Reimsê 3’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd bi coş pêk hat

Li bajarê Reims ê Fransayê 3’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd bi beşdariya coş û bernameyên rengîn hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de yekîtiya gelê Kurd, azadiya Rêber Apo û peyamên berxwedana çandî derket pêş.

Li bajarê Reims ê Fransayê ji bo bîranîna Hozan Serhed 3’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd hate lidarxistin. Mîhrîcana ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Arîn Mîrkan û Ciwanên Kurdistanî ên Fransa (CKF) hate organîzekirin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Cil û bergên neteweyî yên beşdarên mîhrîcanê, alên YPG, YPJ, YBŞ û flamayên KCK’ê li qadê coşekî mezin çêkir. Di mîhrîcanê de zarok jî nehatin jibîrkirin; qada lîstokê û bernameyên Kurdî hatin çêkirin.

Di mîhrîcana girseyî de daxwaza azadiya Rêber Apo derket pêş. Di qadê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” deng veda.

Li ser navê komîteya amadekar Galîp Sonmez axivî. Sonmez Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo silav kir û bal kişand ser zextên li ser gelê Kurd. Sonmez diyar kir ku dewletên Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê li dijî gelê Kurd dibin yek û destnîşan kir ku divê gel vê pêvajoyê wekî qeder nebîne.

Endamê Komîteya Rêvebir a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî di mîhrîcanê de axaftinek kir. Aydar îşaret bi girîngiya têkoşîna jin û ciwanan kir û gotina “Me bi ciwanî destpê kir û em ê bi ciwanî bi ser bixin” a Rêber Apo bi bîr xist. Aydar destnîşan kir ku ev têkoşîn wê bi pêşengiya ciwanan bi ser bikeve.

Mîhrîcan bi pêşandanên hunermend Şiyar û Dijwar, Şerîf Omerî, Helbest Arî û Dengbêj Xiyasetîn bi dawî bû.