BI DÎMEN

Kurd li Başûrê Fransayê rûpelekî nû vekirin: FKDK-BF’ê bi fermî hat avakirin

Li Marsilyayê Federasyona Komuna Demokratîk a Başûrê Fransayê bi kongreyekî avabûna xwe ragihand. Di kongreya bi beşdarbûna zêde de ji bo Kurdên diasporayê pêvajoyekî nû ya rêxistinbûn û piştevaniya civakî hate destpêkirin.

Li bajarê Marsîya yê Fransayê bi kongreya 1’emîn re Federasyona Komuna Demokratîk a Başûrê Fransayê (FKDK-BF) bi fermî hat avakirin. Kongreya ku bi sedan kes ji bajarên cuda tevlî bûn, bi coş hat kirin.

Kongre di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî hilbijartina dîwanê û ragihandina rojeva kongreyê, Giştînameya Sosyalîzma Civaka Demokratîk û Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate xwendin û îşaret bi bingehên îdeolojîk ên federasyonê hate kirin.

ZUBEYDE ZUMRUT: EM Ê LI HER DERÊ BIRÊXISTIN BIBIN

Axaftinên Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) Zubeyde Zumrut û Endamê Dîwanê Mûrat Ceylan demxeya xwe li kongreyê dan. Zubeyde Zumrtu diyar kir ku Manîfestoya Sosyalîzma Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn rênîşander e û got ku federasyona li ser vê vîzyonê hatiye avakirin. Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku Federasyona Komuna Demokratîk a Başûrê Fransayê ji bo diasporayê mîlad e.

CEYLAN: FEDERASYON WÊ BERSIVÊ BIDE PÊWÎSTIYÊN CIVAKÎ

Mûrat Ceylan jî destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgiêkên ziman, çand û civakî yên civaka Kurd li Başûrê Fransayê gavekî girîng e û wiha got: “Ev federasyon ji bo Kurdên li Başûrê Fransayê destpêkek nû ye. Ez kongreyê silav dikim û hêvî dikim ku ji bo gelê Kurd bi xêr be.”

Rêznameya ku di kongreyê de hate xwendin nîşan kir ku federasyon rêgezên demokratîk, komunal, ekolojîk, azadîxwaziya jinê û wekheviyê bingeh digre. Federasyon wê li gorî qanûnên Fransayê di zemînekî hiqûqî de xebatê bike.

Armancên sereke ên rêznameyê wiha ne:

-Avakirina pergalekî konfederal a demokratîk,

-Rêxistinbûna ji herêmî heta giştî,

-Xurtkirina nûnertiya civakî,

-Rêvebirina têkoşîna demokratîk a radîkal,

-Parastina pir çandî û wekhevî.

Azadîxwaziya jinê, ekolojî û demokrasiya rasterast di nava rêgezên bingehîn ên federasyonê de ne. Di rêznameyê de hate diyarkirin ku federasyon wê li dijî nêzîkatiyên zayendperest û desthilatdar têbikoşe û civakekî wekhev û piralî hedef bike.

Kongre bi hilbijartina hevserok û endamên lîjneya rêveber bi dawî bû. Li salonê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” deng veda.