Erebên li Şehbayê li dijî dewleta Tirk meşiyan
Erebên ku li gundên rizgarbûyî yên Şehbayê dijîn, dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê protesto kirin.
Erebên ku li gundên rizgarbûyî yên Şehbayê dijîn, dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê protesto kirin.
Bi sedan Erebên li gundên Keferneya, Umhoş, Kefernase, Til Rifat, Ehres, Vahşiye, Fafen, Hîsarcikê dijîn yên ku gundên wan salek berê ji aliyê Hêzên Şoreşger hatibûn rizgarkirin, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşek li dar xistin.
Gel li ber mizgefta gundê Keferneye kom bû û heta sûk û dibistana sererayî meşiya. Meclîsa Gel a Şehbayê, endamên Meclîsa Jinan a Şehbayê jî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de sloganên 'Erdoganê kujer' berz kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ya li ber dibistanê li ser navê gelên Şehbayê Alaa Atrasha ji Kefernayê û Mûstafa Bakur hat xwendin.
'EM HEMÛ YEK IN Û LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ NE'
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat destnîşankirin ku Erebên li Şehbayê piştgiriya QSD'ê dikin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in û li ba QSD’ê ne. Wan em ji gelek xerabiyan rizgar kirin. Em gelê Ereb vê çalakiyê li dar xin. Em li dijî hemû dagirkeriyên dewleta Tirk in. Kurd, Ereb û Tirkmen em hemû yek in."
Di daxuyaniyê de ji gelê ku dewleta Tirk axa wan dagir kiriye re jî hat gotin, "Armanca dagirkeriya dewleta Tirk ne pêkanîna ewlehiyê ye, dagirkerî ye. Divê her kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe diyar bike. Armanca dewleta Tirk ev e ku gund û bajarên me desteser bikin û îradeya me bişkînin. Dema ku vî tiştî bike jî wê îradeya gelan bi tu awayî nas neke."