Operasyona Reqayê: Gundê Kesra hate rizgarkirin
Di encama şerekî dijwar de gundê Kesra yê li başûrrojhilatê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin. Li vê derê gelek çete hatin kuştin.
Di encama şerekî dijwar de gundê Kesra yê li başûrrojhilatê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin. Li vê derê gelek çete hatin kuştin.
Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de, ji duh êvarê heta ber destê vê sibehê li gelek deverên bajêr şerekî dijwar qewimî.
Yek ji cihên ku şer lê giran bû, gundê Kesra yê li başûrrojhilatê Reqayê ye.
Li vî gundî, di şer de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 12 termên çeteyan li navrastê man.
Di encama şer de gundê Kesra ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin.
Şer li hin deverên Reqayê dewam dikin.