Cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Dêrik û Tirbespiyê, cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên ku şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin.
Bi hezaran welatiyên Dêrik û Tirbespiyê, cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên ku şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin.
DÊRIK
Bi beşdarbûna hezaran welatiyên Dêrik, Girkê Legê, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm, heyetek ji Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, cenazeyên şervanê YPG`ê Mihemed Nûr Ozel (Hisên Roj )ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû û cenazeyê Fermandarê HPG`ê Îsa Ayhan (Dehmat Mehabat) ê ku li Şengalê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrikê bi merasîmeke heybet hatin veşartin.
Li goristanê, şervanên YPG û YPJ`ê merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştre ji Fermandarên YPG`ê Mihedîn Xêrkî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Her wiha, Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û bal kişand ser êrîşên ji destpêka şoreşê û vir ve yên li ser Rojava û taybet ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin. Berekat teqez kir ku bi saya şehîdan çete wê têk biçin û destkeftî bêne bidestxistin.
Piştî axaftinan, nasnameyên her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Her wiha malbatên şehîdan jî axivin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên her du têkoşeran, di nava tiliyên dayîkan û dûrişmeyên ‘Şehî namirin” de hatin veşartin.
TIRBESPİYÊ
Li bajarê Tirbespiyê jî, bi sedan welatiyên bajarê û gundên wê, têkoşer Hisên Hac Elî (Cano Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Li goristanê, şervanên YPG û YPJ’ê marasîmekî leşkerî pêk anîn. Piştre li ser navê YPG`ê Fermandar Mihemed Zêdan, Meclîsa Malbatên Şehîdan Hediye Bîseh û li ser navê malbata têkoşer, kalikê wî Feysel Hac Elî, axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de, sersaxî ji malbatên şehîd re hate xwestin û bal kişand ser rola şehîdan a destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Her wiha axafitvanan, diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bakurê Sûriyê, wê bi xwe re encameke ne baş li ser gel û dewleta Tirk de bîne.
Di berdewamiya merasîmê de, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di
Cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.