ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê nasnameya 11 şehîdên Reqayê eşkere kir
YPG'ê, nasnameya 11 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina bajarê Reqayê eşkere kir. -
Şervana YPJ'ê ya Swêdî Roza: Dixwazim kêfxweşiya azadiyê bijîm
Roza ciwaneke Swêdî ye, ku 22 salî ye. Ev 2 sal in tevî hevalên xwe yên YPJ'yî ji bo rizgarkirina herêmê li refên herî pêş şer dike. -
Şervanê YPG’ê yê DYA’yî Demhat: Kurd kêşeya cîhanê çareser dikin
Demhat Newyork niha li eniya Reqa şervanekî YPG’ê ye ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. -
YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê daxuyaniyek da û got, "Êrîşên çeteyan ên li dijî Efrînê zêde bûne û li Kobanê jî liv û tevgera hewayî dewam dike." -
Gundê El-Xûta jî ji çeteyan hate rizgarkirin
Şervanên QSD′ê li Reqayê gaveke din pêşve çûn û gundên El-Xûta jî ji çeteyan rizgar kirin. -
Li Reqayê çete di mirin, şervan pêş ve diçin
Çete li ser hev li rojhilat û rojavayê Reqayê derbên giran dixwin. Şervan bi pêş ve diçin. -
'Bihuşta Min' li Ûrûgûayê bû 'dokûmantera herî baş'
Dokûmantera bi navê "Bihuşta Min", ku ji aliyê derhêner Ekrem Heydo ve hate amadekirin û qala êrîşa çeteyên El Nûsra ya 2012'an a li Serêkaniyê dike, li Ûrûgûayê hêjayî xelata 'Dokûmantera herî baş' hate dîtin. -
Efrîn wê bersivê bide dagirkeriyê
Yek ji endamên Fermandariya YPJ'ê ya Efrînê Nûjîn Dêrik got, bi sewqiya dawî re xuya ye dewleta Tirk bi tena serê xwe jî bimîne wê amadekariya dagirkirina Efrînê bike û destnîşan kir, ew amade ne bersiva pêwîst bidin. -
Li Reqayê Taxa Qadisiyê ji çeteyan hat paqijkirin
Şervanên QSD'ê taxa Qadisiyê û Gundê El-Farih ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin. -
Li Reqayê du cejn bi hev re tên pîrozkirin
Bi Pêngava Xezeba Firatê re, ku QSD'ê di Mijdara 2016'an de dest pê kir, Reqa gav bi gav tê rizgarkirin. Ev yek, cejnên rasteqîn li Reqayê vedigerîne. -
Ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR), di çarçoveya çalakiyên "Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye" de, li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê duh êvarê bi meşaleyan meşiyan. -
Operasyona Reqayê: Şerekî giran diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çeperên şervanên QSD'ê yên li taxa Qadîsiyê kirin. Şervanan bersiv dan êrîşê û şerekî dijwar dest pê kir. Şer hê jî dewam dike. -
Şervanên Cenga Mezin: Serketin wê para me be
Me îro jî berê xwe dan rojavayê Reqayê. Em diçin qadên şer. Şervanên ku di rê dem em li hev rast hatin gotin, "Çete dîn û har bûne." -
Gelê Kobanê berê xwe da şehîdgehan
Gelê Kobanê çû serdana şehîdgehan û li ser gorên şehîdan find vêxist. -
Li Reqayê şerê dijwar diqewimin
Li Reqayê di operasyona hêzên QSD'ê de herî kêm 18 çete hatin kuştin. -
Li Taxa Betanî wesayîteke bombebarkirî hate teqandin
Şervanên QSD li Yaxa Betanî ya dikeve rojhilatê bajarê Reqayê wesayîteke bombarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê teqand. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd El-Hesen hat veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê û bajaroka Sirînê, cenazeyê şervanê QSDʹê Mehmûd EL-Hesen (Mehmûd Cirniyê) yê ku di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîd bibû, li goristana gund veşartin. -
Li Reqayê şerê giran didome
Li taxên rojava yên Reqayê ji 22’ê Hezîranê û vir ve şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de didome. -
Şervanên QSD'ê wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan rûxand
Şervanên QSD`ê li Reqayê wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê rûxand. -
Li dijî Efrîn û Şehbayê êrîş
Çeteyên Cebhet El-Nûsra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî Kantona Efrînê dikin. -
Çeteyên Tirkan gundên Herbel û Şêx Îsa bomberdûman dikin
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Ezazê û Kilcibrîn bi cih bûne, gundên Herbel û Şêx Îsa yên Şahbayê bomberdûman dikin. -
Cenazeyên 4 şervanên QSD'ê li Girê Spî hatin veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên 4 şervanên QSD'ê yên di 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin. -
Cenga Mezin: 4 wesayîtên bombekirî hatin rûxandin
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya Cenga Mezin bi hemû leza xwe dewam dike. Şervanên QSD’ê 4 wesayîtên bombebarkirî rûxandin. Li taxên Yermok û Rewadê jî bi giştî 13 çete hatin kuştin. -
250 şervan bi merasîmekê tevlî nava refên QSD'ê bûn
250 şervanên ku piştî dewreya perwerdê bi dawîkirin, bi şahiyekê tevlî nava refên QSD'ê bûn. -
Saetek ji Cenga Mezin
Ji kamerayê hez dikin lê naxwazin wêneyên wan belav bibin. Ji jiyanê hez dikin, lê her kes dixwaze here xeta herî pêş û li hember DAIŞ’ê şer bike.