'Bi yekîtiya neteweyî em bersivê bidin bendewariyên gelê xwe'

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Dr. Ebdulkerim Omer got, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin û di vê pêvajoyê de Kurd tenê ku bikaribin yekîtiya xwe pêk bînin wê bikaribin ji bendawiyên gel re bibin bersiv.

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Abdulkerîm Omer li ser xebatên platformê ku wê yekîtiya neteweyî gotebêj bikin û li ser êrîşên Efrînê bersiv da pirsen ANF’ê.

Omer ku di heman demê de Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê ye, piştî ku KNK’ê 12’ê Hezîranê li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê de xebatên yekîtiya neteweyî da destpêkirin, endamê wê şandeyê ye ku bi partiyên siyasî yên Rojava re daxive.

KNK’ê dîsa xebatên yekîtiya neteweyî da destpêkirin. Dem û sedemên van xebatan çi ne?

KNK rêxistine sereke ye. Partî, sazî û dezgeh û şexsiyetên serbixwe di nav KNK’ê de cihê xwe digirin. Me KNK’ê di vê rewşa derasayî ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê de bi mebesta ku em yekîtiya neteweyî ya Kurdan deynin me ev xebat dane destpêkirin.

Weke ku tê zanîn şerê li herêmê weke şerê cîhanê yê 3. tê vegotin. Di ser Sûriyê re Rojhilata Navîn tê dizaynkirin. Di serî de li ser Rojava, li ser hemû Kurdistanê hesabên mezin hene. Me Kurdan bi xwîna xwe gelek tişt bi dest ve anîn, em Kurd li pêş hovîtiya DAIŞ’ê sekinîn, em xwedî projeyeke demokratîk in. Ango em Kurd di siberoja Rojhilata Navîn de xwedî risteke girîng in. Ji bo ve jî, bi mebesta qeyîmkirina destkeftiyên xwe û bi gelên dî re bi mebesta ku em bikaribin bi azadî û demokratî bijîn divê em yekîtiya neteweyî ya Kurd ava bikin.

Me KNK’ê di pêvajoyeke ev çend girîng de biryar da ku xebatên kongra neteweyî bikin. Tê payin ku ev komxebat bi tevlêbûna hemû partiyên siyasî yên Kurd, hemû rêxistinên civaka sivîl, saziyên jinan nîvê meha Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê pêk were.

Di sedsala 21. de em Kurd çawa dikarin stratejiyeke hevpar ava bikin, çawa dikarin dîplomasiya xwe bikin yek, em çawa dikarin arîşeyên berevaniyê bikin hevpar, di komxebatê de em ê van pirsan li bêjingê bixin.

We got ev komxebat e ne konferans an jî kongre ye. Di vê komxebatê de, di vê pêvajoya girîng de ji bo Kurdan biryarên girîng pêkan e ku werin standin?

Heke di vê civînê de em li hev bikin û hişmendiyeke hevpar çêbibe em dikarin hin biryaran bistînin. Mînak dikare were gotin ev komxebat têrê nake divê em konferans an jî kongra neteweyî pêk bînin. Di vê rewşê de jî di cih de mekanîzmayên vê wê werin danîn, komîte werin avakirin û xebat werin destpêkirin.

Mînak li Başûrê Kurdistanê pêvajoya referandûmê heye. Mînak li Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê me par Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ragihand û hêdî hêdî em ber bi hilbijartinê ve diçin. Ji bo vê projeya me jî pêdivî bi piştevaniya hemû Kurdan heye. Niha li ser Efrînê gefeke mezin heye. Li ser van hemû geşedanan pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye.

Li Rojava di hevdîtinên di nav çarçweya yekîtiya neteweyî de ji partiyên siyasî û hwd. helwestên çawa diyar bûn?

Heta niha em bi Tifaqa Neteweyî ya Kurdên Sûriyê re axivîn. Di nav vê de 5 partiyên siyasî hene. Piştre em Koma Kurdên Çepgir û Şexsiyetên Demokrat re, ku di nav vê de 6 partî hene em axivîn û her wiha bi Partiya Çepgir a Kurdên Sûriyê re. Duh jî em Kurdên Misilman û Yekîtiya Dîndaran û Kongra Star re em axivîn. Heta niha di hemû hevdîtinan de me helwestên erênî dîtin. Angot heta niha ji ti derdorê me ti helwesteke neyênî nedîtiye. Gelek partî dibêjin yekîtiya neteweyî dereng maye û bilez divê em rûnin û nîqaş bikin.

Em ji yekîtiya neteweyî hêvîdar in. Ev qas xwîna Kurdan rijiya. Êdî kî yekîtiya neteweyî qebûl neke divê encamê wê ragire. Ji ber ku Kurd û dîrok wê ji wan hesab bipirsin. Em hêvî dikin ku hemû Kurd di komxebatê de cihê xwe bigirin.

Me KNK’ê pêngavek da destpêkirin û zimanekî ku her kesî vehewîne bi kar tînin. Niha ji bo me ya girîng ew e ku ev komxebat bi tevlêbûna hemû hêzên Kurd pêk were. Di rojên pêş de bi ENKS’ê û partiyên dî re jî em ê rûnin. Mijara Yekîtiya Neteweyî em ê bi wan re jî biaxivin. Em hêvî dikin ku bi tevlêbûneke xurt em komxebatê ava bikin û li wir yekîtiya neteweyî gotebêj bikin û ji bo gel encamên baş derxînin.

Di van rojên dawî de plana dewleta Tirk a dagirkrina Efrîn û Şehbayê dîsa hate rojevê? Hûn vê planê çawa dibînin, helwesta we wê çi be?

Li ser Efrînê êrîşeke mezin û girîng di rojevê de ye. Beriya ku êrîş bi ser Efrînê de were divê her kes seferber bibe. Niha em encamên dagirkirineke wiha ji dinyayê re dibêjin. Divê em vê tevgera dagirkirinê rawestînin. Dewleta Tirk tişta ku li Efrînê bi dest ve neanî dixwaze li Efrînê bi dest ve bîne, li ser Efrînê êrîş û ambargo hene. Dewleta Tirk bi çeteyên xwe dixwaze êrîşê bibe ser Efrînê. Ji bo vê jî beriya ku êrîşê bînin divê em seferber bibin û vê êrîşê rawestînin.

Dixwazim vê jî bibêjim; a rast Kurdan yekîtiya xwe çêkirine. Ango yekîtiya Kurd bi yekîtiya gelê Kurd û xwîna lehegan ava bûye. Di berxwedana Kobanê de bi hezaran mirovên me ji çar parçeyên Kurdistanê ber bi Kobanê ve herikîn. Weke nirxên neteweya Kurd di dîrokê de cihê xwe girtin. Niha divê partî û hêzên Kurd divê vê yekîtiya Kurdan bibînin, berpirs tevbigerin û yekîtiya xwe ava bikin. Dema ku me yekîtiya xwe danî êdî kesek nikare wê gefa li me bixwe û êrîşê bi ser me de bîne.