ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk leşker û çekên xwe yên li sînorê Efrînê zêde dike
Artêşa Tirk, li ser sînorê gundên Elî Karo û Bîkê yên navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê leşker û alavên xwe yên leşkerî bi cih dike. -
Çepera ku mirovahî lê civiya ye
Piştî Kobanê, Til Hemîs, Til Beraq, Şedadê, Eyn Îsa, Girê Spî, Tişrîn, Minbic, Tebqa... Her ku YPG'ê lê da, nûnerê li pêş çavan ê nebaşiyê DAIŞ riziya. -
Pêngava Reqayê: 32 çete hatin kuştin
Di şerê li Taxa Rewda ya Reqayê de 32 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Li taxên Reqaya Kevin û Hîşam Bîn Abdulmelîk jî şerê dijwar diqewimin. -
Şehidên pêngava Reqayê hatin veşartin
Li Kobanê, Minbic û Tebqayê cenazeyên 4 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, hatin veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Şêro Sekar li Tirbespiyê hat veşartin
Welatiyên herêma Tirbespiyê û Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD'ê Ebdullah Nezal (Şêro Sekar) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin. -
Li Girkê Legê û Hesekê dewleta Tirk hate protestokirin
Meclîsa Çil Axa ya TEV-DEM’ê, saziyên KPC-D Til Berak û Holê, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin. -
Operasyona Reqayê: Li Taxa Rewda şerên dijwar diqewimîn
Li taxa El-Rewda a bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerên giran diqewimîn. Di şer de 17 çete hatin kuştin. -
Rêveberiya Xweser: Wê Cenevre-7 bi ser nekeve
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê diyar kir ku wê hevdîtinên Cenevre-7’ê bi ser nekeve. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Dilşêr Zap hate veşartin
Welatiyên bajarê Amûdê cenazeyê şervanê YPG'ê Dilşêr Zap ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir veşartin. -
Êdî Demhat jî bû çirayek
Di Şoreşa Rojava de ya ku bi rêya şehîdan ronî dibe, Demhat jî bû çirayek… Çav û rûyê Demhat dibişirîn, hezkirina ji mirovan a di dilê wî de di rûyê wî de xwe dida der. -
'Gelê Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk rabûye ser piyan'
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Behçed Evdo diyar kir ku wan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rêxistiniya xwe asê kirine û got, "Gelê Efrînê ji hûr û giran ve li ser piyan e. Êrîşa bi ser Efrînê de wê dawî li rejîma dewleta Tirk û rejîma Erdoga -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mûrad Til Temir hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mûrad Til Temil, ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li gundê Hemra yê Çiyayê Kizwanan hate veşartin. -
Operasyona rizgarkirina Reqayê: 23 çete hatin kuştin
Li eniyên rojhilat û rojava yên Reqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de duh bi şev şerekî dijwar qewimî. Di encamê de 23 çete hatin kuştin. -
Lehengekî 63 salî yê li eniya Reqayê
Ebû Osman, lehengekî 63 salî yê ji Kobanê ye ku niha li eniya Reqayê ye. Ji bo şervanan têr bike û bersivê bide pêwîstiyên wan, weke evîndarekî şoreşê her dibeze. -
Xidro: Wê Şehba bi giştî were rizgarkirin
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şehbayê Cîhan Xidro got, "Şehba û Efrîn ên azad wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û tevahiya Şehbayê rizgar bikin." -
Li Reqayê bi sedan sivîlên din jî hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li taxên rojavayê Reqayê nêzî hezar sivîl rizgar kirin. -
Cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Reşîd li Efrînê hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Mihemed Nûrî Reşîd ê ku li bajarokêTil Rifet di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Refîq veşartin. -
Pêngava Reqa: Pêşveçûna şervanan dewam dike
Li rojava û rojhilatê bajarê Reqayê şerê dijwar dewam dike, şervanên QSD’ê ber bi navenda bajêr ve pêşve diçin. -
Hewldana qetlîamê ya çeteyan ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate valaderxistin
Hewldana çeteyên DAIŞ’ê ya li hember gelê bajarokê Cezra yê dikeve navbera Reqa-Dêrazorê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate valaderxistin. -
Pêngava Reqayê: 400 sivîl ji çeteyan hatin rizgarkirin
Şervanên QSD li rojavayê Reqayê, 400 sivîl ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
YPG'ê nasnameya 7 Şehîdên Reqayê eşkere kir
Navenda YPG'ê, nasnameya 7 Şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê eşeker kir. -
Operasyona Reqayê: Wesayîta bombebarkirî hat rûxandin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, şervanên QSD'ê wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê rûxand a ku hewl dida êrîş bike. -
Cenazeyê 7 şehîdên 'Cenga Mezin' li Şedadê hatin veşartin
Welatiyên herêma Şedadê cenazeyên 7 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li goristanê veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Şîmelî li Gundê Ewasî hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Hesen Şem Şîmelî ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hat veşartin. -
Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li Helebê hatin bibîranîn
Li Helebê TEV-DEM û YPG'ê şehîdên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.