Fermandarê Hêzên Şoreşger: Neviyên Osmanî wê têk biçin!

Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Hecî Ehmed diyar kir, ku dewleta Tirk bi êrîşên dagirkeriyê wê nikaribe bi ser bikeve û got, "Bila neviyên Osmanî ne li bendê bin; wê rojekê jî bi dilrehetî li Rojava rûnenên. Em ê axa xwe ji wan re nehêlin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger (Ceyş El Siwar) Hecî Ehmed dagirkeriya salekê ya Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyeyê, plana dagirkeriyeke nû ya dewleta Tirk û helwesta Hêzên Şoreşger a li dijî vê ji ajansa me re nirxand.

Tirkiye ev bû saleke ku Bakurê Sûriyeyê dagir kiriye û di çarçoveya vê dagirkeriyê de polîtîkaya xwe ya dagirkirina Şehbayê didomîne. Hûn vê çawa dinirxînin?

Tirkiye di 24'ê Tebaxa 2016'an de bi operasyona dagirkirina Bakurê Sûriyeyê re kete nava herêma Şehbayê. Lê belê plan û hewldanên Tirkan ên li ser Şehbayê gelekî kevn e. Yanî ji dema destpêkirina şer û kaosa li Sûriyeyê û vir ve van planan dike. Tirkiye ji bo li Sûriyeyê mayinde bibe, bi taybetî li Helebê, herêma Şehbayê ji xwe re weke deriyekî dît. Ji zûdeyî li ser Şehbayê dixebitin û xwe li wir bi rêxistin dikin.

Bi taybetî li wê derê xwe dispêre hin komên çete yên Tirkmen, Ereb û Kurd û bi vî rengî dixebitin. Di 24'ê Tebaxa 2016'an de dewleta Tirk bi xwe kete hundirê herêma Şehbayê. Lê belê xebatên wê yên îstîxbaratî û rêxistinî beriya vê demê dest pê kiribûn. Yanî dewlet Tirk beriya bikeve nava Şehbayê, herêm ji bo xwe amade kiribû.

DAIŞ li herêmê hebû. Ji Bab jî di nav de ji Cerablûsê heta Ezazê li herêmê bû. Heta ku DAIŞ li herêmê bû, dilê Tirkiyeyê rehet bû. Endamê MÎT'ê li wê derê di nava liv û tevgerê de bûn. Çûn û hatin, liv û tevgera li wir, piştgiriya ji bo DAIŞ'ê, veguhastina cebilxaneyan, bazirganiya mazotê jî di nav de gelek tişt li ser sînorê Cerablûs-Tirkiyeyê bi hêsanî dikirin. Endamên îstîxbarata Tirk, bi navê emîrên DAIŞ'ê li herêmê bûn. Di bin navê DAIŞ'ê de Şehba dagir kiribûn.

'DAIŞ'Ê HERÊM RADESTÎ DEWLETA TIRK KIR'

Lê belê ji bo bi xwe bi awayekî vekirî bikeve herêmê, dixwest bahaneyekê bafirîne. Wê bê bîra we jî, dema ketina nava herêmê piştî serketina Minbicê pêk hat. Dema ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Minbicê derb li DAIŞ'ê dixistin, Tirkan li vê derê gelek bahane ji xwe re çêdikirin. Medya Tirk bingeh ji vê dagirkirinê re amade dikir. Têkildarî DAIŞ'ê nûçeyên weke 'Kêm maye li Kîlîsê bixin, ji Sûriyeyê roket avêtin axa me, roket li Kîlîsê ket' weşandin. Digotin ku temamiya van roketan jÎ ji herêma Şehbayê hatine avêtin, yanî ji Ezazê, ji Cerablûsê.

Bi vê yekê zemînek ji bo dagirkirina Şehbayê amade kirin. Bêguman xebatên xwe yên îsîxbarat û kontrayê di nava Tirkiyeyê de jî aktîf kiribûn. Komkujiya Pirsûsê, êrîşa bombeyî ya li daweteke li Dîlokê, qetilkirina malbateke Kurd bi temamî; ev hemû amadekarî û xebatên ji bo zemîna dagirkirina Şehbayê bûn. Bi vî rengî ji xwe re hinceta dagirkirinê amade kirin.

Ji bo ketina nava Şehbayê bi Hêzên Koalîsyonê re li hev kiribûn. Ewilî li ser 5 kîlometreyan li hev kirin, piştre kirin 10 kîlometre. Û bi desteka kaolîsyonê ketin hundirê herêmê. DAIŞ'ê ti carî êrîşî wan nekir, şer jî neqewimî. Cihekî weke Cerablûsê mezin, tenê di nava 2 saetan bi dest xistin. Minbic ku 72 rojan li ber xwe da, Cerablûs di nava çend saetan de hate radestkirin. Ji Cerablûsê heta El Raî yanî Çobanbeyê, herêm di nava 2 rojan de radest kirin. Ev yek bi awayekî vekirî radixe pêş çavan ku DAIŞ dewleta Tirk û ev yek jî lîstikeke îstîxbaratê ye.

Hêzên QSD'ê Minbic rizgar kiribûn û kêm ma bûn ji Minbicê biçin El Babê. Hêzên QSD'ê hem ji Efrînê hem jî ji Minbicê ketibûn nava liv û tevgerê. Û kêm mabû xwe bigihînin herêmê. Tirk bi vê planê hesiya bûn û ketin nava pêşbaziyê. Tevî ku koalîsyonê di cihekî de ji wan re got 'bisekine' jî bi Rûsan re peymaneke duyemîn mohr kirin û berê xwe dan El Babê. Û li El Babê jî li hev kirin û teslîm girtin. Her kes bi vê dizane. Yanî dibe ku DAIŞ'ê wextekê li ber xwe da, lê belê piştî wê El Bab radest kir.

Armanc ew bû ku navbera Kobanê, Minbic û Efrînê bigirin û bi rêya vê yekê mesajekê bidin. Xwest mesaja 'Li vê derê, li Sûriyeyê ez xwedî mafê gotinê me. Bêyî min ti proje nabe. Divê ez jî bibim hevparê vê projeyê' bidin. Bi vê yekê re sûd ji nakokiyên navbera hêzên navneteweyî girtin û bi Rûsan re li hev kirin.

Rewşa hebûna leşkerên Tirk niha li Şehbayê çi ye?

Dewleta Tirk kete nava Şehbayê û Şehba bi rastî jî dagir kir. Gotina xwe ya destpêkê çi bû? Wê bikeve nava Şehbayê, Şehbayê ji DAIŞ'ê paqij bike, ewle bike û radestî xwediyê esîl ê Şehbayê bike. Lê belê xuya ye ne ewle kiriye, ne jî radestî hêzên herêmî kiriye. Tenê baregehên xwe lê bi cih kiriye. Endamên xwe yên leşkerî û endamên ewlekariya hundir ku bi xwe perwerde kiriye, li herêmê bi cih kiriye.

Di nava vê pêvajoyê de bi hezaran wesayitên leşkerî, leşker xist nava Şehbayê, li Ezaz, Mare, Bab û Raî bi cih kir û beşeke mezin a Şehbayê veguherandine mîna parçeyekî ji Tirkiyeyê.

Hûn mirovekî ji vê herêmê ne û têkiliya we ya bi herêmên din re tê zanîn. Gelê Şehbayê çawa li vê dagirkeriyê dinere?

Gelê Şehbayê, destpêkê hatina Tirkan weke rizgarkirina wan ji DAIŞ'ê dît û pejirand. Ji ber ku DAIŞ'ê zexteke gelekî giran li gelê herêmê dikir. Gel nefret ji DAIŞ'ê dikir û li bendê bû ku yek bê wan ji DAIŞ'ê rizgar bikin. Ji ber ku DAIŞ ji herêmê derket, gel ewilî bi rengekî nerm nêzî Tirkan bû. Lê belê bi demê re, Tirkan li wir dest bi avakirina baregehên leşkerî kir, çete bi rêxistin kir, hin komên çete xurt xurt, hin tasfiye kir, mirov bi hev da kuştin û tevlî nava komên çete kir. Gelê ku ev kiryarên Tirkan dît, bi rastiyê hesiya. Gelê Şehbayê niha dizane ku Tirkiye ne ji bo paqijkirina herêmê ji DAIŞ'ê hatiye, lê ji bo dagirkirinê hatiye û ji vê aciz e.

Lê belê gelekî ku hêza xwe nema ye û bêçare maye. Ewilî artêşa azad, piştre DAIŞ, niha jî ev saleke Tirk li wir in. Hin hêzên leşkerî bi xwe ve girê da. Bi dayina piştgiriya madî re hin ji wan kir çete û li dijî gel bi kar tîne. Di vê mijarê de gel bêçare ye û Tirk hewl didin li wir xwe mayinde bikin.

Ji çapemeniyê diyar bû ku dewleta Tirk leşkeran li herêmê bi cih dike, armanc dike ku qadên rizgar yên Efrîn û Şehbahê dagir bike, ev plan deşîfre bû. Sedema vê çi ye? Hûn li ser vê planê çi difikirin?

Yek ji sedema sereke ya vê planê ew e ku operasyona Reqayê pûç bikin. Dewleta Tirk ji bo ku di operasyona Reqayê de cih bigire û hêzên QSD, YPG'ê li derve bihêle gelekî kêferat kir û gelek lîstik kirin. Hate asta ku xwe bavêje ber lingê DYA'yê. Lê ti encam ji vê negirtin. Hêzên QSD'ê bi desteka hêzên koalîsyonê li Reqayê derbên mezin li DAIŞ'ê xistin. Ji bo azadkirina Reqayê pêngava dawî tê pêkanîn. Piştî ku hemû kêferatên dewleta Tirk li ber bê çûn niha kêferatê dike da ku vê operasyon sabote bike û berevajî bike.

Ji bo vê jî Efrîn û Şehbayê weke cihê herî nerm dibîne û êrîş dibe ser van deran.

Niha li herêmê haziriya leşkerî ya dewleta Tirk heye, li ser haziriya wan hûn çi difikirin?

Ev 15-20 roj in hêzeke giran bi cih dikin. Bi dehan tankên xwe, bi hezaran leşkerên xwe li Mare, Ezazê bi cih kirine û hê jî leşker û wesayitên leşkerî dişînin. Dibe ku aniha êrîşê bibin ser Efrîn û Şehbayê û Tirk haziriyeke giran ji bo vê dikin.

Niha tenê bi Rûsan maye. Heke Rûs bibêjin erê yan jî vekişiyan dikarin vê êrîşê bikin. Ji xwe sînyalên vekişandinê didin. Di ser medyayê re dibêjin, 'Rûs vekişiyan, vedikişin' û hwd. Bêdengiya Rûsya a li ber vê rewşê û nedana ti daxuyaniyê mirov dide fikirandin.

Di kêliya dawî de dibe ku Rûs vekişin?

Ew jî dibe. Rûs jî ji geşedanên Reqayê aciz in. Rûs bi xwe ji ber ku nikarin vê bikin, dikarin berê Tirkan bidin vir. Heke mirov li geşedanan binere rewşeke wiha pêkan e.

Helbet Tirk ev qas hêz ne tenê ji bo çavtirsandî anîne vir. Dema ku got ew hêzê xwe li dijî DAIŞ'ê tîne û berê wan dayî Babê, hêza ku wê demê anîbûn ji 10 paran parek ji hêza niha ye ku ji bo êrîşê bi ser Efrîn, Şehbayê de bînin  anîne. Aniha dibe ku êrîşeke giran bidin destpêkirin û bi rengekî vekirî jî vê dibêjin.

Li dijî vê haziriyên we çawa ne?

Me bi her hawî hazirî kirine. Em hêzên xwe hazir dikin, li mewziyan me bi cih kirin û em bi cih dikin.

Lê di vê mijarê de em ji her tiştî re hazir in. Li dijî her cure êrîşê bi her rengî em hazir in ku bersivê bidin. Heke Tirk werin vir jî wê tam bikevin çiravê. Ne wiha rehet e ku civakê qetil bikin, ji cih û warê wan bikin.

Em hêvî dikin ku koalîsyona navdewletî jî, Rûs jî li ser vê rewşê bêdeng nemînin. Helbet dibe ku her tişt bibe. Em li gorî her tiştî haziriyê dikin.

Em bang li gelê û raya giştî dikin; bila bihisyar bin. Ev şerekî giştî ye ku hemû destketiyên Kurdan dane ber xwe. Ev şer rasterast ji hêla dewleta Tirk ve hatiye ragihandin. Şerê li Bakur li dijî Kurdan dane destpêkirin têra wan nake niha jî xwe kar dikin ku li dijî Rojava jî şer bikin.

Helbet plana wê dikin ku vê ji hêla Ezaz û Îdlibê ve bikin. Li hêla Îdlibê jî haziriyê dikin. Komên 'artêşa azad' yên girêdayî wan, Ehrr-u Şam û komên ku Tirkiyê perwerde kirine û birine Îdlibe dikarin tevbigerin. Dixwazin hem ji Ezazê û hem ji Îdlibê dora me bipêçin û bixwazin zû encamê werbigirin. Li gorî planê dixwazin tevbigerin.

Li dijî vê plana dewleta Tirk weke Hêzên Şoreşger hûn ê helwesteke çawa nîşan bidin?

Di raya giştî de bêdengiyek heye, weke ku ev şerê medyayê be. Bi rastî jî êrîşeke ku 10 caran ji ya bi ser Kobanê de zêdetir dibe ku êrîşê bînin, em ji vê re jî hazir in lê divê raya giştî jî hazir be.

Helbet em biryargeha hêzên yekbûyî yên şoreşger li dijî vê rewşê em gelek caran rawestiyane. Di hemû ceribandinên xwe de têk çûn, vîna wan şikest. Ji ber ku çeteyên wan nikarîbûn ti encamê bistînin, ji bo ku hilmekê bide wan, wan bi ser hev bide niha bavê wan, patronê wan xwe dide pêş. Ev jî dewleta Tirk e. Vê carê jî Tirk dixwazin xwe biceribînin.

Heke werin wê ya xwe bibînin. Hêza me di vê mijarê de motîve bûye, gelê me di vê mijarê de şiyar e. Hêzên me yên şoreşger jî dibêjin, 'em ê vê lîstikê ya xira bikin an jî xira bikin'.

Bila neviyên Osmanî hêvî nekin ku wiha rehet li ser Rojava rûnin. Em ê xaka xwe bi dest wan ve bernedin, ji van deran wê nikaribin axê bistînin. Bila ti caran vê hêvî nekin.