Bawerî û hevrêtiya li Reqayê: Dema birîndarek tê rizgarkirin
Cenga Mezin a li Reqayê bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD'ê hatiye destpêkirin, gav bi gav bi ser dikeve.
Cenga Mezin a li Reqayê bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD'ê hatiye destpêkirin, gav bi gav bi ser dikeve.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li vî bajarê gelek caran asta germê digihêje 50 pileyî, bi pêş ve diçin û heta niha gelek tax ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine. Li her taxê, heta ku ji çeteyên DAIŞ'ê bê paqijkirin, şerekî giran diqewime. Her kêliya vî şerî bi bûyerên ku qet nayên jibîrkirin tijî ye. Ji bo vegotina her kêliya ku mirov bi çavên xwe dibînin, gotin kêm dimîne. Têkoşîna şervanan a rojek berê ji bo rizgarkirina hevalê xwe yê birîndar meşandin, têra nîşandana rewşa li vir dike.
Li Sûk El Hal a li rojhilatê Reqayê şerekî dijwar diqewimî. Şervan şevek berê ketibûn vê herêmê û ber destê sibehê gelek nuqte kontrol kiribûn. Em sê xebatkarên çapemeniyê, ji bo rewşa şervanan bişopînin çûn çeperên pêş. Dema me xwe gihand çeperan, me dît ku liv û tevgerek heye. Komekê hewl dida bi lez û bez bi rê bikeve. Gotin ku li taxa Suk El Halê hevalekî wan birîndar bûye û ji bo rizgarkirina wî wê bi rê bikevin. Me jî xwest bi wan re biçin. Gelekî girîng bû ku ji dûr jî be dîmenê vê kêliyê bikişînin. Vê carê li pêşiya me nebûn asteng. Fermandarên komê gotin, "Hûn jî biçin, lê hûnê li cihekî dûr bimînin û ji wir bikişînin." Me soz da. Û tevî şervanan em li wesayita zirxî siwar bûn. Dema ku em gihîştin cihê bûyerê, şervan bi lez û bez ji wesayitê peya bûn û ketin pozîsyona êrîşê. Çeteyên DAIŞ'ê ji her cihî ve gule berdidan. Fîşek li ser şervanan dibariyan. Lê belê tevî vê yekê şervanan xwe gihandin cem hevalê xwe yê birîndar. Mîna ku li meydana şer nizanîbûn bê tirs çi ye. Ji bo bi lez û bez xwe bigihînin cem hevalê xwe yê birîndar, di rewşeke pêşbaziyê de bûn û her dilezandin.
Wesayita zirxî li pişt dîwarekî tenik ê bi 150 metre dûrî xeta dijmin bû, sekinî bû. Şervanên bi lez peya bûn, yekser cihê birîndar tespît kirin. Çeteyan piştî demeke kurt gule li şervanan reşandin. Şervan ji bo xwe bigihînin hevalê xwe yê birîndar diviyabû ji nava gulereşandina dijmin bi lez bibezin û bi vî rengî derbas bibin. Tişta nexweş jî ew bû, ku ne diyar bû çi li benda wan e. Şervanan hemû rîsk dan pêş çavên xwe û çi dibû bila bibe diviyabû hevalê xwe yê birîndar rizgar bikira. Şervanên ku bi barê xwe yê giran di nava germa dijwar de demekê şer kirin, ber bi cihê hevalê xwe yê birîndar beziyan.
Di nava wan de şervanekî ciwan ê bi navê Reşo hebû. Sekin pê nediket. Hewl dida demeke ji ya din zûtir xwe bigihîne hevalê xwe. Reşo berî hemûyan xwe gihand hevalê xwe yê birîndar û dijmin matmayî hişt. Gavên Reşo serketina baweriyê bû. Piştî şerekî nîv saetê, şervan tevî hevalê xwe yê birîndar xuya kirin.
Şervanan birîndarê xwe tavilê li wesayita zirxî siwar kirin û piştre ew jî ketin hundirê wesayitê. Her kesî birîndar hembêz kirin û maçî kirin. Di vegerê de dirûşma "Bijî berxwedana YPG-YPJ-QSD" ji nava wesayitê bilind dibû.
Piştî kontrola destpêkê li nuqteya alîkariya lezgîn, birîndar rakirin nexweşxaneya herî nêz. Me bihîst ku rewşa birîndar baş e. Ji bûyera îro li pêş çavên me qewimî me dît ku Reqa wê bibe serketina bawerî û qleşê.