Pêngava ‘Cenga Mezin’ a rizgarkirina Reqayê di roja 27`an de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin li aliyê rojhilatê bajarê Reqayê şer di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de berdewam dikin. Di encama vî şerî de 7 çete hatin kuştin.
Li aliyê rojavayê bajêr jî şer bi dijwarî di navbera şervanan û çeteyan didome. Li vir jî 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku li başûrê rojhilatê Reqayê jî şervanên QSD`ê bajaroka Retlayê bi temamî rizgar kirin. Li bajarok, wesayîtekî bombebarkirî hate îmha kirin û 19 cenazeyên çeteyan û 8 kilêş, 1 BKC û 1 B7 ketin destê şervanan.