Komên çete li ser Til Eranê de girtin: Gelek ciwan hatin revandin
Komên çete li ser bajarokê Til Eren rojhilatê bajarê Helebê ku Kurd lê dijîn girtin. Di serdegirtinê de bi dehan ciwan hatin revandin.
Komên çete li ser bajarokê Til Eren rojhilatê bajarê Helebê ku Kurd lê dijîn girtin. Di serdegirtinê de bi dehan ciwan hatin revandin.
Komên çete yên ku nehat zanîn girêdayî kê ne, li bajarokê Til Eran a Kurd a li gundewarê rojhilatê bajarê Helebê, êrîşî welatiyan kir, bi ser malan de girtin û gelek ciwan revandin.
Êrîşkarên rûpêçayî bi çekên giran weke erebeyên doçka li ser bi ser bajarok de girtin, malên hin welatiyan wêran kirin û hejmarek sivîlên bajarok revandin. Lê heta niha navên kesên hatine revandin nehat zanîn.
Li bajarokên Til Eran û Til Hasilê çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 28’ê Tîrma 2013’yan de komkujî li dijî bi sedan xelkê her du bajarokan pêk anîn.