BI DÎMEN

Li Mantes-la-Jolie hevdîtina Aştî û Demokrasiyê

Di civîna gel a li Mantes-la-Jolieyê de îşaret bi têkoşîna aştî û demokrasiyê ya Tevgera Azadiya Kurd û rola jinan hate kirin.

Li bajarê Mantes-la-Jolie yê Parîsê li ser bingeha Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo civîna gel hate lidarxistin.

Civîna gel ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de îşaret bi girîngiya Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo gelên Kurd û Rojhilata Navîn hat kirin. Her wiha îşaret bi şer û pevçûnên ku di demên dawî de li Rojhilata Navîn zêde bûye hate kirin û hat bilêvkirin ku li hemberî tiştên ev şer dide windakirin, Banga Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo Kurd û hemû gelan eê destkeftiyan bide qezenckirin.

Di civînê de hate diyarkirin ku Tevgera Azadiya Kurd di encama fedakariyên mezin de gelê Kurd ji tunebûnê rizgar kir û di naskirina Kurdan wekî netewe de rolekî girîng dilîze. Hate ragihandin ku ev serkeftin ne tenê di aliyê Kurdan de her wiha li Rojhilata Navîn wekî modelekî jiyanê ji bo hemû gelên herêmê dibe mînak.

Di civînê de hate destnîşankirin ku îro di rewşa heyî de destkeftiyên ku Tevgera Azadiya Kurd bi berdêlên giran bi dest xistiye, encama têkoşîna hevpar a gelan e. Hate bilêvkirin ku têkoşîn ji bo astekî nû hatiye veguhestin û hat diyarkirin ku aştî encex bi kedê dikare were avakirin û di vî aliyê de îşaret bi rola jinan hate kirin ku parçeyek ji vê têkoşînê ne.

Civîna gel bi nêrînan bi dawî bû.