YPG'ê nasnameya 6 şehîdên Reqayê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina bajarê Reqayê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina bajarê Reqayê ragihand.

Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike; "Roj bi roj berxwedana bê hempa ya QSD'ê ku şervanên YPG û YPJ'ê di bin sîwana wê de cih digre di Pêngava Rizgarkirina Reqayê dewam dike. Bi armanca ewlehî û rizgarkirina gel ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê şervanan berê xwe dane Reqayê. Ji bo ku gelê Rojava û Bakurê Sûrî di nav aramî û ewlehî de bijî, li ku derê metirsî li ser gelên me hebe wê şervanên me bê tereddût gelê me ji nav metirsiyan rizgar bikin."

'6 HEVALÊN ME JI BO ARAMÎ Û BIRATIYA GELAN CANÊ XWE FEDA KIRIN'

Daxuyaniya YPG'ê wiha dewam dike; "Bêguman li ser rêya rizgarkirina gel û afirandina jiyaneke azad têkoşîn meşandin ji bo şervanên me erka sereke ye. Heya niha gelek hevalên me li ser evîna welatekî azad canê xwe feda kirine. Ev her şeş hevalên me jî da ku gelê Rojava û Bakurê Sûrî bi aramî û di nav biratiya gelan de bijîn di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de bi awayekî çalak cihê xwe girtin û heya dawî jî li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ'ê li ber xwe dan û gihîştin şehadetê."

'DI ŞEXSÊ 6 ŞEHÎDAN DE EM HEMÛ ŞEHÎDÊN BI RÛMET BIBÎR TÎNIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke YPG û YPJ di şexsê şeş şehîdên me de hemû şehîdên bi rûmet bibîr tînin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me re dixwazin. Em ê doza şehîdan a pîroz heya bigihînin serketinê têkoşînekî bêhempa bimeşînin."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên têkildarî nasnameya şervanan wiha ye;

 

Nasnav: Argeş Zap
Nav û Paşnav: Hisên El Hiwêş
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Şihadê
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 29 Hezîran 2017

Nasnav: Cano Tirbespiyê
Nav û Paşnav: Hisên Hec Elî
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 29 Hezîran 2017

 

Nasnav: Egîd Tirbespiyê
Nav û Paşnav: Egîd Ebdulah
Navê Dayikê: Fehîme
Navê Bav: Mihemed Xêr
Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 29 Hezîran 2017

Nasnav: Hesen Rojava
Nav û Paşnav: Mihemed Nûr Ozil
Navê Dayikê: Rifa
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Şam, Zorava
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 26 Hezîran 2017

 

Nasnav: Murad Qamişlo
Nav û Paşnav: Diyar Ebdurehman
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Ebdulkerîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 29 Hezîran 2017

Nasnav: Zana Tirbespiyê
Nav û Paşnav: Îsam El Remo
Navê Dayikê: Şaha
Navê Bav: Hemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 29 Hezîran 2017