Rojnamevan Fatîh Atayli bi sûcdariya ‘gefa li dijî Serokomar’ hat girtin

Rojnamevan Fatîh Altayli piştî ku ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser kanala YouTubeyê hate binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Rojnamevan Fatîh Altayli ku bi hinceta axaftina xwe ya li ser kanala xwe ya YouTube bi îdiaya “gefa li dijî Serokkomar” hate binçavkirin, piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya ceza yê sulhê hate kirin.

Derbarê Attayli de biryara girtinê hate dayîn.