Tehran ragihandibû ku ew ê li dijî êrîşên DYE’yê berjewendiyên Emerîkayê yên li herêmê hedef bigire. Welatên Kendavê xwe ji bo şerê herêmî ya gengaz amadekarî dikin.
Wezareta Karên Hundirîn a Bahreynê bang li welatiyên xwe û nîştecihên herêmê kir ku tenê di rewşên neçar de rêyên sereke bi kar bînin. Wezaretê ragihand ku ev pêşgirî bi armanca pêkanîna ewlehiyê û vekirî hiştina rêyên destwerdanê yên rayedaran hatiye girtin. Her wiha talîmat da ku ji sedî 70’ê xebatkarên sektora giştî ji malê bixebitin. Di heman demê de 33 sitargeha parastina sivîl û navenda rewşa lezgîn a neteweyî xist dewrê.
LI KUWEYTÊ SITARGEH HATIN AMADEKIRIN
Kuweyt jî li kompleksa wezaretê ya li paytext sitargeh çêkirin. Ev qadên ku saziyên wekî Edalet û Wezareta Aboriyê lê ne, di çarçoveya amadekariya ji bo rewşên lezgîn hatin xurtkirin.
EREBÎSTANA SÛDÎ Û MISIR DEST BI HIŞYARIYAN KIRIN
Li gorî nûçeya AFP’ê li gorî çavkaniya du payebilindan Erebîstana Sûdî dest bi hişyariyên ewlehiyê yên mezin kir. Serokomarê Misirê Abdulfettah es-Sisi jî talîmat li hikumetê da ku stokên xwarinê yên bingehîn amade bike.