Şehîdên Reqayê li Keramayê hatin veşartin
Sê şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarokê El Keramayê hatin veşartin.
Sê şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarokê El Keramayê hatin veşartin.
Gelek kesên li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê li hev civiyan, cenazeyên Faris El Metrud, Yasîn El Îsa û Xelî Elî yên di 26'ê Hezîranê de li Reqayê şehîd bûn rakirin û birin gundê Cididêt Xabûr ê Keramayê.
Girseya gel li ber pêşiya gund, darbesta şehîdan hildan ser milan û ber bi goristanê ve meşiya. Li vê derê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Li ser navê Hêzên Asayîşê Yûsif Silêman axivî û destnîşan kir, ku ev rojên azad û bi rûmet bi saya şehîdan pêk hatine.
Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Azîz Karamê jî li vir axivî û anî ziman, ku Reqa wê di demeke kin de rizgar bibe û ev rizgarî wê bi saya şehîdan be.
Di dawiya merasîmê de ji Rêveberiya Hêzên Asayîşê Yisra Fetihelah belgeyên şehadetê yên şehîdan xwend û radestî malbatan kir. Cenazeyên her sê şehîdan piştre li ber qîrîna dirûşme û tilîliyan hate veşartin.