ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG: Wê Çavdêrên Rûsya li Şehba û Efrîn bi cih bibin
Fermandariya Giştî ya YPG'ê ya Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama lihevkirinekê de wê çavdêrên Rûsya yê leşkerî li çend nuqteyên cuda yên herêma Şehba û Efrînê bi cih bibin. -
Operasyona Reqa: 40 çete hatin kuştin
Li taxên Rewda û Reqaya Berê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. Di şer de 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Dema serlêdanê ya ji bo bernamzetiya hevserokatiyê hat dirêjkirin
Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Herêma Cizîrê, dema serlêdanê ya ji bo bernamzetiya hevserokatiyê dirêj kir. -
Jinên Dêra Zorê: Tenê QSD dikare me ji çeteyan biparêze
Jinên Dêra Zorê ku ji DAIŞ’ê reviyan û xwe gihandine herêmê ewle gotin, "QSD rûmeta me ye. Çawa ku QSD Reqa rizgar kir, em bawer dikin ku Dêra Zorê jî ji çeteyan rizgar bike." -
Li Reqayê 27 çete hatin kuştin
Li taxên li navenda bajarê Reqayê şer giran e. Duh êvarê di şer de 27 çete hatin kuştin, ku 7 ji van sekvan in. -
Behêya Siryan: Bi saya Rêber Apo em jiyaneke aram dijîn
Sara Behê ya ku Siryan e û li Rojava dijî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Ji ber ku Rêber Apo xwediyê fikra azadiyê û felsefeya demokratîk e, li ser wî tecrîd tê kirin." -
Cenazeyê şervanê YPG’ê El-Biniye hate veşartin
Şêniyên bajarê Til Temir cenazeyê şervanê YPG’ê Salim El-Biniye, bi merasîmeyekê li Goristana Şehîdan a Til Temir, veşartin. -
Li Minbicê cenazeyê Ferîc Ehmed hate veşartin
Welatiyên bajarê Minbic û gundewarên wê, cenazeyê şervanê Lîwa Tehrîr Firatê ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Remedan Ferîc Ehmed ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, veşartin. -
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa Qestel Cindoyê bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li Ezazê bi cih bûne gundê Qestel Cindo yê girêdayî Efrînê bombe dike. -
Dewreya Perwerdeyê ya Hêzên Taybet a Tûgayên YPG’ê bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya hêzên taybet a bi beşdarbûna 250 şervanên ji tûgayên YPG’ê pêk dihat, bi merasîmekê li Girkê Legê bi dawî bû. -
Êrîşa çeteyan a li ser Şedadê hate şkandin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şedadê hate şkandin. Di şerê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyan de serçeteyekî DAIŞ'ê hate kuştin. -
YPG'ê nasnameya 10 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên xwe yên di Pêngava Rizgarkirina Reqa, Şedadê û Berxwedana Kobanê de şehîd bibûn, eşkere kir. -
30 sivîlên din ji Reqayê hatin rizgarkirin
Tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSD'ê, li taxa Nehdayê 30 sivîlên din rizgar kirin ku yek jê pitikeke sê rojî ye. -
Taxeke din a Reqayê hate rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), taxa Mansûr a Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Dewleta Tirk li Şehbayê ji xwînê têr nabe!
Hêzên dagirker ên Tirk, xwîna gelê Şehbayê dimêje. Li gel topbaranê, her wiha agahiyên li ser 'kuştinên kiryar nediyar' ji herêmên Şehbayê yên hatine dagirkirin tên. -
Şervanên QSD'ê li Reqayê bi pêş ve diçin: 25 çete hatin kuştin
Li sê taxên Reqayê, ji duh bi şev û vir ve şerekî giran diqewime. Heta niha 25 çete hatine kuştin. Şervan her bi pêş ve diçin. -
Cangoriyên azadiyê li Qamişloyê bi merasîmekê hatin bîranîn
44 şervanên azadiyê yên di meha Tebaxê de şehîd bûn, ji aliyê gelê Qamişloyê ve hatin bîranîn. -
Cenazeyên 7 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên 7 cangoriyên têkoşîna azadiyê, li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hatin veşartin. -
Li Kobanê cenazeyê 3 şehîdên azadiyê hatin veşartin
Li goristana şehîd Dîcle a Kantona Kobanê cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin. -
Cenazeyê 3 şervanên QSD'ê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û gundewarên wê cenazeyê 3 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin. -
Cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst Nûbar Ozanyan hate veşartin
Welatiyên bajarê Dêrikê cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst Nûbar Ozanyan ku li herêma Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê. -
Cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed hate veşartin
Welatiyên hêr^ma Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Mihemde ku di encama nexweşiya pênçeşêrê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê veşartin. -
Şervanên QSD'ê li Reqayê sed sîvîl rizgar kirin
Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD'ê li taxa Rewda ya ku dikeve rojhilat-bakurê Reqayê 100 sivîl rizgar kirin. -
Di şerê li Şedadê de 12 çete hatin kuştin
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Şedadê hate şikandin û di şer de 12 çete hatin kuştin -
Di navbera artêşa Tirk a zêdegavî kir û YPG'ê de şer diqewime
Ji ber zêdegaviya artêşa Tirk a dagirker a li rojavayê bajarê Kobanê, ku ji sînor derbas bû, YPG/YPJ'ê bersiv dan û şer derket. Şerê li vir dewam dike.