Êrîşa çeteyan a li ser Şedadê hate şkandin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şedadê hate şkandin. Di şerê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyan de serçeteyekî DAIŞ'ê hate kuştin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şedadê hate şkandin. Di şerê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyan de serçeteyekî DAIŞ'ê hate kuştin.
Çeteyên DAIŞ`ê yên ku dixwastin êrîşî gundê El-Înad ê navçeya Şedadê bikin, ketin kemîna şervanên QSD`ê.
Fermandarekî QSD'ê ku ji Firat FM'ê re axivî wiha got: "Komeke çeteyan a ji 17 kesan pêk dihat ku dixwestin bikevin gundê El-Înad bûn hedefa şervanên QSD'ê."
Di şerê saetekê dom kir de wesayîtekî zircî ya çeteyan hate rûxandin, serçeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.
Duh jî li Şedadê şervanan êrîşa çeteyan şkandibû, di şer de 12 çete hatibûn kuştin.